Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bibin dengê girtiyên berxwedêr’

Nûnerên rêxistinên demokratîk ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan bang li kesên xwedî wijdan kirin û xwestin bibin dengê girtiyan

Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku li dijî tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 66’an de ye. Nûnera Enqereyê ya Kovara Alinteriyê Zarîfe Çamalan, Endama Desteya Rêvebir a Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yaren Tûncer, Hevserokê Enqereyê ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû ji bo çalakiya greva birçîbûnê bang li raya giştî kirin.

Hevserokê Enqereyê ya Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Mûstafa Karabûdak diyar kir ku ji ber ku pêşî li ber diyalogê hatiye girtin girtî dest bi greva birçîbûnê kirine û wiha got: “Em naxwazin tahde bigihê tu canî. Berê ev tişt hatin serê me û mirin jî çêbû. Dewlet divê guh bide daxwazên mafdar ên girtiyan û çareyekê peyda bike.”

Karabûdak ji bo çalakiyên greva birçîbûnê bang li raya giştî kir ku bi wijdanî tevbigere û ev tişt anî ziman: “Divê em bên cem hev û ji bo bibin dengê girtiyan tiştek bikin. Di sala 2018’an de gelek can jiyana xwe ji dest dan. Ji bo careke din ev tişt neqewimin divê daxwaz bên qebûlkirin. Em di meha Xizirê de ne, Xizirê alîkarê hemû canan be.”

‘Peywira me ku em bibin dengê girtiyan’

Nûnera Enqereyê ya Kovara Alinteriyê Zarîfe Çamalan jî destnîşan kir ku heger li Tirkiyeyê demokrasî, hiqûq û edalet hebe divê ji bo girtiyan nêzîkatiyeke wekhev hebe û tecrîd bi dawî bibe. Çamalan da zanîn ku peywira hemû kesên li derve ew e ku ‘bibe dengê girtiyan’ û wiha domand: “Ji ber ku bêdengî heye, tecrîd li tevahiya civakê belav bûye. Lê belê dê bi têkoşînê bê şikandin. Mixabin em li welatekî ku bi dîktatoriyê tê birêvebirin dijîn û li girtîgehan polîtîkayek taybet heye. Lê yê berxwedêr bi ser bikevin û serkeftin a berxwedêran be.”

Dê çalakî bi ser bikevin

Endama Desteya Rêvebir a Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Yaren Tûncer çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2018’an bi bîr xist ku bi pêşengiya Leyla Guvenê hatibû destpêkirin û got ku di roja 200’î de çalakî bi ser ketiye û ev tişt anî ziman: “Bi xwedîderketina malbatan, bi berxwedana dayikên me yên kitanspî yên li ber girtîgehan û çalakiyên fedaî ên hevrêyên me û bi helwesta gel faşîzmê paşde gav avêt.”

Tûncer diyar kir ku lê belê faşîzmê xwestiye vê serketina girtiyan ji dest wan bigire û pêvajoya pandemiyê jî bi vî awayî ji xwe re kiriye firsend û wiha got: “Gelek kesên dijminên jinan, tecawizkar, tacizkar hatin berdan, lê girtiyên siyasî li girtîgehan bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Em bawer dikin ku dê çalakiyên gel û nexasim jî ên ciwanan hesab bipirse û wê bi ser bikevin.”

Bertek nîşanî CPT da

Hevseroka HDP’a Enqereyê Pakîze Sînemîllîoglû jî da zanîn beriya ku grevên birçîbûnê veguherin rojiya mirinê divê her kes bibe dengê girtiyan û ev tişt anî ziman: “Daxwazên wan daxwazên me hemûyan e û daxwazin mirovane ne. Lewma li derve divê em daxwazên greva birçîbûnê biqîrin. Di demên dawî de zext û zoriyên li ser girtiyan zêde bûn. Lê belê çi dikin bila bikin, em ê her tim gotina xwe bibêjin.”

Her wiha Sînemîllîoglû bertek nîşanî heyeta CPT’yê ku çûbû Tirkiyeyê û serdana Îmraliyê da û wiha got: “Peywira wan ew e ku li ser sedema tecrîda li Îmraliyê hûr bibin, lê tenê hevdîtinê bi wezîrê dadê re dikin û diçin. Ji bo grevên birçîbûnê divê em li qada navneteweyî hîn bêtir dengê xwe bilind bikin. Her kes divê vê bêhiqûqîtiyê bîne ziman.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar