Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Bîerbaûm: Divê qedexeya li ser PKK’ê rabe

Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê Heînz Bîerbaûm got ku ew destekê didin ku qedexeya li ser PKK'ê rabe û û xwest ku PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' were derxistin

Serokê Partiya Çepgir a Ewropayê (European Left Party EL) Heînz Bîerbaûm xwest ku PKK ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ were derxistin.

Bîerbaum got ku qedexeya li ser PKK’ê li pêş aştiya Tirkiye-Kurdistanê û herêmê astengiya herî mezin e û destnîşan kir ku PKK di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de nirxên mirovahiyê parastiye û ev tişt anî ziman: “Rakirina qedexeya li ser PKK’ê û derxistina PKK’ê ya ji nav lîsteya terorê ya YE’yê, li Tirkiye û hemû herêmê, ji bo pêvajoya aştiyê dê bibe gaveke rast. Li ber ronkahiya têkoşîna PKK’ê û hevalbendên wê ya li dijî DAIŞ’ê û rizgarkirina bi sed hezaran kesên endamên etnîk û kêmarên dînî, ev ê bibe îşareteke piştevaniyê ya girîng û naskirina tevgera azadiya kurd.”

Mafê kurdan tê desteserkirin

Bîerbaûm diyar kir ku ji ber qedexeya li ser PKK’ê, kurd ne tenê li Tirkiyeyê, li Ewropayê jî mafê wan wan tên desteserkirin û li Ewropayê ji jiyana siyasî tên qutkirin û wiha domand: “Qedexeya li ser PKK’ê, kurdên ku li Yekitiya Ewropayê dijîn, ji ber zext û kontrola hêzên ewlehiyê, nahêle ku tevgerên kurd ên yasayî jî aktîf bin. Bi deh hezaran mirovên kurd, weke azadiya derbirînê, kombûnê û çapemeniyê, xwedî mafên sereke ne. Qedexe û di encama vê de deqkirin, li pêş entengrasyonê astengiyek e.”

Her wiha Bîerbaûm got ku ew hevkariya leşkerî ya dewletên ewropî ya bi dewleta tirk re şermezar dikin û naxwazin dewletên ewropî çekan bişînin Tirkiyeyê û welatên din ên herêmê. BERLÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar