Li warê çiyayên bi heybet li Colemêrgê bi biharê re ruh bi xwezayê de hat. Xwezayê xwe bi rengê biharê xemiland
Bi biharê re deşt û çiyayên Kurdistanê xemilîn. Yek ji van deveran jî Colemêrgê. Dergûşa mirovahiyê Colemêrg û navçeyên wê bi rengê biharê xemilîn. Yek ji navçeyên wê ku kulîlkên rengoreng lê vebûn Çelê ye. Çelê yek ji deverên destpêkê ye ku şaristaniya Ûrartû lê bi cih bû. Çelê bi rengên bedew kulîlkên ji gelek celeban dest bi biharê kir. COLEMÊRG