Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Bihuşta çûkan bûye çol

Gola Kûyûcûkê ya li navçeya Zarûşadê ya Qersê ku weke bihuşta çûkan dihat pênasekirin, ziwa bû. Li golê 230 cureyên çûkan hatibûn tespîtkirin û her sal di navbera meha cotmeh û mijdarê de golê ji nêzî 40 hezar çûkên koçber re malovanî dikir. Di sala 1997’an de kûrahiya golê 13 metre bû. Ji ber şaş bikaranînê timik ava golê kêm bû. Bendavên ku ji bo ava vexwarinê ya gundan û ji bo sewalan li herêmê hatin çêkirin bi awayekî neyînî bandor li golê kirin.

Ji ber van bendavan herî dawî di sala 2014’an de ava ku ji golê diherikî bi temamî sekini. Di 12’yê îlona 2019’an de Wezareta Çandinî û Daristanê û Miduriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), Miduriyeta DSÎ’yê ya Herêma 8’emîn a Erziromê peywirdar kirin û nêzî golê pê bîr dan kolandin. Ev kolandin 18 rojan berdewam kir û bi alikariya pompayan ava ku ji vê kolandinê derket bi ser golê de berdan. Li gel hişyariyên pisporan jî ev proje hat temamkirin lê pêşî li ziwabûna golê negirt.

Berê bihuşta çûkan bû

Taksîvan Osman Ûlûçay ku bi salan turîstan biriya golê, xwest ku rayedar li dijî rewşa heyî ya golê bikevin tevgerê û wiha got: “Berê mezinahiya golê 420 hektar bû. Bi demê re ziwa bû û kesî pêşî lê negirt. Berê malovanî ji her cûre çûkî re dikir. Ji ber van taybetmendiyên wê turîstan berê xwe didan golê. Weke hûn jî dibînin niha gol bûye çol. Edî gundî li golê çandinî dikin û sewalên xwe diçêrînin. Piranî jî werdek û qazên biyanî dihatin vir. Berê ji vir digotin bihuşta çûkan niha bûye çol.”

Tev bi hev re kirine çol!

Mûstafa Ozyagci ku bi salan e li herêmê rojnamegerî dike, diyar kir ku sedema ziwabûna golê îhmal e û ev tişt anî ziman: “Me tev bi hev re golê kir çol. Niha li qada golê xiramekî jî av nîne. Li gel ku qedexe ye jî hê li qada golê sewal tên çêrandin. Divê rayedaran bi fikirin ku dê li vir çi bikin. Weke rojnameger em ê jî ji bo ku gol weke xwe ya berê bibe wê di rojevê de bihêlin. Di hêla aboriyê de jî bandoreke erenî ya golê hebû.” QERS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar