Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

Bijîk rapor neda welatiyên ku rastî îşkenceyê hatin

Piştî pevçûna li çoltera navbera Dêrik û Şemrexê qewimî 8 welatî hatibûn binçavkirin û piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan. Hat zanîn ku bijîşk rapora îşkenceyê nedaye welatiyan

Li çoltera navbera gundê Şêba Jêr a girêdayî navçeya Dêrika Mêrdînê û gundê Şêbê ya girêdayî navçeya Şemrexa Mêrdînê di 17’ê kanûnê de Walîtiya Mêrdînê qedexeya derketina derve ragihandibû. Piştî biryara qedexeyê di navbera endamên HPG’ê û leşkeran de pevçûn qewimî bû.

Piştî pevçûnê welatiyên bi navê Sercan Dolek, Vedat Belgîn, Halîl Belgîn, Nezîr Demîr, Bedrettîn Ozge, Aydin Ozdorak, Sînan Daniş û Ahmet Yapici ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn binçavkirin. Welatiyan 7 roj şûn ve derxistin Dadgeha Mêrdînê û îfade dan dozgeriyê. Dozgeriyê bi serbestiya kontrola edlî welatî sewqî dadger kir û dadger jî bi heman biryarê welatî berdan.

Îşkence li welatiyan hatiye kirin

Hat zanîn ku li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrdînê di binçavan de îşkence li welatiyan hatiye kirin û dema birine nexweşxaneyê jî bijîşk rapora îşkencekirinê nedaye wan. Hat diyarkirin ku di binçavan de pirsa “’Haydar nas dikin?’ ji welatiyan kirine û bi daran li welatiyan dane. Parêzeran got ku ew ê li dijî îşkenceya li welatiyan hatiye kirin dê gilî bikin.

Welatî ji bo îşkenceya li wan hatiye kirin bê tomarkirin derbasî Amedê bûn û serî li Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) dan.

3 cenaze hêj li morgê ne

Her wiha cenazeyê 4 kesan ku tê gotin endamên HPG’ê ne ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat zanîn ku yek ji van cenazeyan aîdî Servet Demîr  e. Malbata Demîr cenazeyê zarokê xwe wergirt û bir li Êlihê veşart. Hat zanîn ku nasnameya her sê cenazeyên din nehatiye aşkerakirin û li morgê tên rawestandin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar