Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bijîşka ku birîndarên serhildanê derman dikir hat kuştin

Bijîşka bi navê Ayda Rûstemî ya ku birîndarên serhildana rojhilatê Kurdistan û Îranê derman dikir, 12’ê kanûnê winda bibû û piştî rojekê jî cenazeyê hatibû dîtin.

Cenazeyê Ayda Rûstemî ya ku birîndarên serhildana rojhilatê Kurdistanê û Îranê tedawî dikir di 13’ê kanûnê de hat dîtin. Polîsên Îranê agahî dabû malbatê û îdîa kiribûn ku Ayda Rustemî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye. Polîsan ev agahî dabû malbatê, lê derket holê ku Ayda Rûstemî bi îşkenceyê hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya malpera bi navê İranWire, Ayda Rûstemî 12’ê kanûnê li herêma Ekbatan alîkariya gelek birîndarên serhildanê kiriye. Lê ferq kiriye ku dermanên wê kêm bûne. Ji bo ku dermanan peyda bike, ji mala birîndarek derketiye û careke agahî jê nehatiye girtin.

Di heman nûçeyê de tê gotin ku rojek piştî windabûnê, polîsên herêmê li malbata Rûstemî geriyane û gotine, “Cenazeyê keça we li morgê ye, werin bigirin”.  Dema ku malbat çûye navenda polîsan jî, jê re hatiye gotin ku keça wan di qezayek tirafîkê de jiyana xwe ji dest daye.

Li ser vê yekê malbatê xwestiye ku cihê keça wan qeza lê kiriye bibînin, lê polîsan nîşan nedaye, her wiha malbat tehdît kirine û gotine: “Dengê xwe nekin, bêjin keça me di qezayê de jiyana xwe ji dest daye.”

Di berdewama nûçeyê de hat destnîşankirin ku malbata Aydan Rûstemî gefa polîsan red kiriye û li cenazeyê keça xwe nêriye. Endamên malbatê piştre jî diyar kirine ku îşkence li keça wan hatiye kirin.  Kesekî nêzî malbatê destnîşan kiriye ku îşkence li Ayda Rûstemî hatiye kirin.

Malbatê cenazeyê Ayda Rûstemî li herêma Gurgan a girêdayî Eyaleta Gulistan a li Bakûr-Rojhilatê Îranê spartin axê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar