KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Bila sala 2023’yan bibe sala berxwedan û azadiyê

Sala 2022’yan ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelan bi êş û şer destpê kir û wiha jî qediya. Ligel vê yekê dîsa jî aliyê ku bi êrîşên herî hovane re rû bi rû ma gelê kurd bû. Di dawiya vê salê de li Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurahman Kizil li ber çavên cîhanê hatin şehîdkirin. Li hemberî vê hovitiyê jî berxwedaneke bêhempa hat meşandin. Bi gotineke din berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê ji bo gelên cîhanê bûn hêviya serkeftinê.

Ji bo mirov rastiya hovitiya dewleta dagirker a tirk û brxwedana li hemberî wê tê meşandin baş fêm bike hewceye ku sala 2022’an bi giştî di ber çavan de derbas bike. Wekî her salên berê dewleta dagirker a tirk ji bo jiholêrakirina gelê ku serî li hemû rêbazên dijmirovahî da û hîn jî dide. Şefê vê faşîzmê Erdogan di hemû gotinên xwe de kîn û nifreta xwe ya li hemberî gelê kurd bi aşkerayî dide der. Ji bo ne hewceye mirov qala dijminatiya Erdogan a li hemberî kurdan bike. Êdî piştrast bûye ku Erdogan kesekî sonxwarê dijminê gelê kurd e û ji bo vê pêk bîne çi ji destên wî tê dike. Kengî derfetê dibîne ji zarokên di pêçekê de heta kal û pîran bi awayekî hovane gelê me dikuje. Her tim gefa komkujiyê li gelê kurd dixwe. Ligel vê yekê hîn jî hinke xweforiş hene piştevaniya şefê faşîst dikin. Êdî dema ku em kurmên nav xwe paqij bikin hatiye û derbas jî bûye. Divê li hemberî van xwefiroşên vekirî yan jî veşartî piştevaniya van faşîstan dikin bi bertek bin. Heta ne tenê bertekê nîşan bidin, divê em bibin pêteke agir û di hişmendiya wan a faşîst de biteqin. Heke em wisa tev bigerin wê demê em zanin ku di rêya rast de ne.

Gelê kurd wekî destpêka sala 2021’an, sala 2022’yan jî bi êrîş û kuştinan destpê kir.  Niha jî hewl didin sala 2023’yan dîsa bi komkujiyan destpê bike. Bi taybetî jî piştî Rûsya êrîşî Ukraynayê kir, Erdogan mîna keftaran li pey planên xwe yên komkujiyê ket. Bi destên xwefiroşan êrîşî Başûr kir. Her wiha ji bo Şoreşa Rojava ji holê rake ket nava Ji bo vê jî revo revo çû ber lingên Pûtîn û bi rayedarên Sûriyeyê re hevdîtin pêk anî. Ev hevdîtin dîsa li ser komkujiya kurdan pêk hat. Dîsa dagirkerên Kurdistanê li ser komkujiya kurdan li hev civiyan. Wer xuyaya dagirker tu caran dest ji qirkirina kuran bernadin. Di aliyê dagirkeran de sala 2022’an bû lûtkeya faşîzma herî hovane.

Li hemberî vê faşîzmê jî berxwedana gelê kurd jî derket lûtkeyê. Gelê kurd jî bi berxwedana xwe rê neda planên qirkirinê. Bi taybetî jî berxwedana Rêberê Glan Abdullah Ocalan a li Îmraliyê hemû planên hêzên hegemon vala derxist. Bi vê hêrsê tecrîda herî girankirî li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xistin meriyetê û hîn jî didomînîn. Gerîlayên azadiyê jî bi berxwedana xwe çiyayên Kurdistanê kirin gora dagirkeran. Dagirker li Îmraliyê û çiyayên Kurdistanê heta qirikê ketiye nava heriyê. Hatiye wê astê ku nikare ji cihên dagirkriye bireve. Dagirker li çiyayên Kurdistanê li benda mirina xwe ne.

Ev berxwedana bêhempa li rojhilatê Kurdistanê deriyê şoreşê vekir. Dîsa jinên kurd bi dirûşma Jin Jiyan Azadî pêşengiya vê şoreşê kirin. Îro hmû jinên bidest li seranserê cîhan di bin dirûşma Jin Jiyan Azadî de li hemberî ev pergala rizyayî ya kapîtalîzmê serî rakirine. Careke din jinên kurd pêşengiya azadiya gelan dikin. Çawa ku gava yekem bi şoreşa Rojava bi encam bû û niha li Rojhilat bi encam dibe û şoreşa azadiyê pêl bi pêl li cîhanê belav dibe.

Aliyê vê şoreşê ya girîng û kêm tecrîdagirankirî ya ku Rêberê Gelan Abdullah tê de ye. Divê êdî em vê baş fêm bikin; heta ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di aliyê fîzîkî de azad nebe, em nikarin azad bibin. Em çiqasî nêzî azadiyê bibin jî her tim ev aliyê herî girîng kêm bimîne. Jib ber ku em ev aliyê girîng bi ncam nakin, her tim bi qirkirinê re rû bi rû dimînin. Ji bo em dawî li vê qirkirinê bînin karê sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan .

Ji ber me ev yek di 2022’yan de pêk neanî bi qirkirinên herî hovane re rû bi rû man. Bi hêviya ku 2023 bi Rêberê Azad re jiyaneke azad bi hev re bijîn. Sersala nû li hemû berxwedêran pîroz be.

Nûçeyên Têkildar