Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Bila 31 ê adara 2024’an bibe roja şandina qeyûman

Ev 8 sal in şaredariyên bajar, navçe û bajarokên ku bi vîna gel hatibûn bidestxistin, bi destê desthilata AKP’ê, bi darê zorê ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin.

Peywirdarkirina qeyûman tenê ne desteserkirina rêvebirina bajar, navçe û bajarokan, di  heman demê de dûrxistina gel û civakê ya jî çand, ziman û nasnameya xwe ye jî.

Bi peywirdarkirina qeyûman, rêveberiya  navendî ya zext, zor û înkarê li ser gel û civakê tê ferzkirin û vîna gel tune tê hesibandin.

Ji gelê van bajarên ku qeyûm li şaredariyên wan hatine peywirdarkirin re tê gotin ku hûn nizanin û nikarin xwe û bajarên xwe birêve bibin, tenê em bi rêveberiya navendî dizanin û dikarin we birêve bibin.

Tê gotin ku em we nas nakin, qebûl nakin, vîna we desteser dikin û tune dihesibînin.

Hûn ne hêjayî xwe birêve birinê ne, em destûr nadin ku hûn çanda xwe ya civakî bipêş bixin, zimanê xwe biparêzin û pêşve bibin, bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin, binivîsin, bifikirin û bijîn.

Bi şandina ser şaredariyan a qeyûman saziyên ziman û jinan hatin girtin, Malên Piştgiriya perwerdehiyê, pêşdibistan û  zarokistan ku di binê banê şaredariyan de bi kurdî xebat dimeşandin, kilît li deriyên wan hatin xistin û hatin girtin.

Ev pêkanîna qeyûman ku bûnê bela serê gel û civakê, bi  fermana Erdogan ket meriyetê û jiyana civakê serobino kir.

Çawa ku di ayetên “pirtûka pîroz” de tê gotin “xweda got bibe û bû”, Erdogan jî got ez ê Qeyûman bişînim  ser şaredariyên gelê kurd û pêkanîna qeyûman bû çand û kevneşipiya bêhiqûqiya dewletê û li ser civakê hat ferzkirin.

Bi vê fermana Erdogan a şandina qeyûman, hemû hiqûq, zagon û peymanên hundirîn, derveyî û navneteweyî tune hatin hesibandin û ev 8 sal in, vîna gelê kurd bi fermana Erdogan û bi destê qeyûman hatiye desteserkirin û ev pêkanîn hîn jî berdewam e.

Desthilata AKP-MHP’ê, bi salan e bi awayekî bêhiqûq qeyûman wek pêkanîneke mafdar û meşrû nîşan dide, tora rantxuriyê berfireh dike û bi qorsanî şaredariyên gel talan dike.

Ji bo dawîkirina rantxurî û talana qeyûman serkeftina hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî, ji bo gelê kurd ne wek hilbijartinên parlamentoyê, zêdetir girîng in.

Serkeftina gelê kurd a di vê hilbijartinê de, di heman demê de tê wateya rizgarkirina şaredariyên gel a ji destê desthilatê û dagirkeriya qeyûman.

Ji ber van sedeman, di serî de ciwan, Jin, mêr û hemû beşên civakê bi hev re, dest bidin destê hev, mil bidin milê hev û şaredariyên ku gelê kurd weke mewziyên demokrasiyê û perwerdegehên parastin û pêşxistina çand û zimanê kurdî, navendên xwebûn û hebûnê dibîne, di 31 ê adarê de ji dagirkeriya qeyûman rizgar bikin û  şaredariyên gel wergerînin navendên xebat û xizmeta çand û ziman, reng û dengê gelan.

Nûçeyên Têkildar