Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bila ajansa MA’yê nekişîne kî dikişîne bila bikişîne!’

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û parlamenterên HDP’ê, piştî serdana xwe ya şîna Servet Tûrgût ku ji helîkopterê hatibû avêtin û rojek berê jiyana xwe ji dest dabû, xwest li ber HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyanî bide. Polîsan bi hinceta Ajansa Mezopotamyayê (MA) destû neda ku heyet daxuyaniyê bide.

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Oznûr Bartin re ragihandin ku bi biryara walîtiyê destûr nedin ku çapamenî daxuyaniya wan bikişîne. Di kêliya hevdîtina di navbera polîs û heyete de polîsek bi dengekî bilind got ku dê destûr nedin Ajansa Mezopotamyayê kişandinê bike û nûçegîhanê ajansê hedef nîşan da. Ji ber destûr nedana ajansa MA’yê heyetê diyar kir ku dê daxuyanî neda û vê rewşê şermezar kir.

Bila MA nekişîne!

Piştre heyete derbasî avahiya HDP’ê ya navçeyê bû û xwest li vir daxuyanî bide. Polîsan li vir jî daxuyaniyê asteng kir. Parlamenterê HDP’ê Omer Gergerlîoglû, derbarê astengiya polîsan de diyar kir ku polîsan ji wan re gotiye ku hûn dikarin bi şertê ku çapemenî nekişîn daxuyanî bidin û wiha got: “Dema me ji wan pirsî, ‘Hûn çima dema em bi telefonên xwe dikişînin dengê xwe nakin astengiya ji Ajasan Mezopotamyayê re derdixin?’ midurê polîsan ev bersiv da, ‘Hûn Ajansa Mezopotamyayê ajanseke asayî dibînin?’. Polîsan ji me re gotin ku bila Ajansa Mezopotamya nekişîne kî dikişîne bila bikişîne.”

Parlamenteran bertek nîşan da

Parlamenterên HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, Huda Kaya û Mûrat Çepnî bertek nîşanên van astengiyên li pêşiya ajansa MA’yê dan û destnîşan kirin ku polîsan azadiya çapamiyê bin pê kiriye û gotin ku bi zanebûn çapameneniyê terorîze dikin û dê vê rewşê qebûl nekin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar