Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Bila Çîler û Agar bên darizandin’

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê çalakiyên xwe yên heftane pêk anîn. Di çalakiyan de çîroka windahiyan bi daxuyaniyan hat vegotin, aqûbeta windahiyan hat pirsîn û hat xwestin ku winda bên dîtin kiryar bên darizandin. Li Stenbolê hat xwestin ku bila Çîler û Agar bên darisandin

Dayikên Şemiyê ku ji bo aqûbeta windayan bipirsin û kiryar bên darizandin di hefteya 740’an de dîsa xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin. Lê dîsa rastî dorpêç û qedexeyê hatin. Polîsan destûr nedan ku dayik li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Piştî astengiya polîsan Dayikên Şemiyê û parazvanên mafên mirovan li kolana pêş avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn û daxuiyanî dan. Dayik û xizmên windayan dîsa berdilkên ku wêneyên windayan û nivîsa “Kujer diyar in, bila winda bên dîtin” nivîsandibûn li xwe kirin. Di çalakiyê de Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî û parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Huda Kaya, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu amade bûn.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta karsazên di sala 1994’an de dema ji otela Çinar a Yeşîlkoyê derketin hatin windakirin û 2 roj şûnde cenazeyên wan hatin dîtin. Piştre aqûbeta karsaz Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay di girtekên dadgehê de navê wan wekî “Lîsteya Sarsazên Kurd ên bên Kuştin” hatibû nivîsîn pirsîn.

‘Qet qala reformê nekin’

Vê hefteyê keça Fehmî Tosun Besna Tosun daxuyanî da. Tosun wiha got: “Em ji bo Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Haci Karay edaletê dixwazin. Serokê AKP’ê Erdogan  qala “Belgeya Stratejiya Reforma Darazê” kir. Em ê hewl bidin ku hemû saziyên dewletê ji bo pêkanînên ku azadiyê asteng dike bikin rojev. Em vê tabloya ku Serokomar xêz kiriye najîn. Em di pêvajoya ku em aqûbeta windayan nizanin de dijîn. Em bang li Serokomar dikin, pêdiviya me bi vê paketa darazê tune ye. Pêdiviya me bi edaletek rast heye. Divê mafên mirovan têkevin meriyetê. Em bang dikin ku daxwazên me yên makeqanûnê yên ji bo heqîqet û edaletê pêk bînin. Gava ewil bavêjin. Polîs, cop, mertal û TOMA’yên li ser me rakin. Qedexeya li ser Qada me ya Galatasarayê ku em bi windayên xwe re tên cem hev rakin.”

Tosun, bal kişand ser lêgerîn û têkoşîna ji bo Karay, Buldan û Yildirim û wiha got: “Di hefteya me ya 740’an de em dîsa bi bê hiqûqî û bê edaletiya berê ve rû bi rû ne. Navê wan di girtekên dadgehê de wekî “Karsazên Kurd ên bên Kuştin” derbas dibe. Di ser windakirina Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay re 25 sal derbas bû. Saet di 4.30’ê 3’ê hezîrana 1994’an de, karsaz Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay li otela Çinarê ya Yeşîlkoyê derketin hatin windakirin piştre cenazeyên wan hatin dîtin. Di sala 25’emîn de carek din em daxwaza ‘Em dizanin ew di bin çavan de hatin windakirin. Em kujerê wan jî dizanin. Em edaletê dixwazin. 41 hefte ye qada windayan qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Em ê dest ji vê qadê bernedin.”

Bûldan: dîwar û bend danîn pêş me

Piştre Hevjîna Savaş Bûldan, Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku di nava 25 salan de deriyê wan lê neda û wiha got: “Me li her cihî pirsî. Me li her derî da. Lê di vê serdemê de tenê tiştek derket pêş me. Ew jî dîwarên bilind derketin pêş me. Pergala ku guhên ker, çavên kor derketin pêş me. 25 salin ji bo kujerê Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yıldırım bên dîtin û darizandin çi ji destê me hat me kir. Ne tenê malbatê, hemû Dayikên Şemiyê, hemû kesên li Tirkiye edalet û hiqûqê dixwazin ketin nava hewldanan. Mixabin heta niha edaletê cihê xwe nedîtiye. Ne tenê di salên 90 û 95’an de, mixabin îro jî cînayet li Tirkiye berdewam dikin. Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin carek berî carekê winda bên ditin û kujer bên darizandin.”

‘Wê tola wan li erdê nemîn e’

Bûldan, bal kişand ser belgeyê reforma darazê jî û wiha bi dawî kir: “Divê meseleya windayan û înfazên bê daraz di nava vê belgeyê de cih bigire. Divê di vî milî de civakê rehet bikin. Em malbat wê vê têkoşînê berdewam bikin. Ji ber ku em dizanin heyfa bavê Zelal, Hêlîn û Enes li erdê namîne.” Kurê Haci Karay Enes Karay jî axivî û got ku ew edaletê dixwazin.

Keça Adnan Yildirim Leyla Yildirim jî axivî û wiha got: “Dayik û bavê me yên pakrewan ê ku me qemîş nekir em destê xwe bidin bi îşkenceyê kuştin. Em zarokên wan bi salan di rûpelên medyayê de li bedana wan a bê can nerîn û mezin bûn. Niha em û kujer li qadekê û di nava hewayekê de dijîn. Em li wan temaşe dikin ew serbest tev digerin. Serokomara berê Tansû Çîller Serçeteyên wan Midûrê Polîsan ê Stenbolê yê berê Mehmet Agar divê bên darizandin û cezakirin. Em Dixwazin Çîller û Agar bên darizandin. Em bang li her kesî dikin ku di salvegera 25’emîn de em bi hevre biçin ser gora Yildirim, Karay û Bûldan û wan bibîr bînin ”

 Bi hezaran mirov winda kirin

Li aliyê din xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 538’an de dîsa li ÎHD’ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Malbatên windayan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin. Endam û rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn.

Sekretera ÎHD’a Amedê Yuksel Aslan Acer di çalakiyê de axivî û wiha got: “Çalakiya Dayikên Şemiyê bûye têkoşîna mirovahiyê. Di salên 90’î de bi hezaran mirov li kolan û malên xwe hatin binçavkirin, windakirin û qetilkirin. Gora hinekan çêbû lê hîna jî gora gelek ji wan bê gorin. Hîna jî faîl bi ne cezakirinê tên xelatkirin. Ev rewş weke birînekê di dîroka mirovaniyê de cih girtiye. Ji ber vê bi salane em têkoşîna mirovahiyê didin. Heya ku aqûbeta windayan dernekeve holê meê çalakiya xwe  ya roja Şemiyê li dar bixin.”

‘Bersiv bidin’

Acer da zanîn ku ewê dest ji têkoşîna mirovahiyê bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê hefteyê de, em li bendêne ku rayedarên berpirsiyar bersivekê derbarê çîrokên windayan ên me parvekirin de, bide. Ji vê em dibêjin di vê cejnê de, derbarê windayan de sûprîz ji me re bikin.”

Endamê Komîsyona Windan ê ÎHD’ê Parêzer Hasan Yalaçin jî çîroka Kamîl Bîlgeç ê di 27’ê Mijdara 1995’an de li navçeya Sîlopî ya Şirnexê ji avahiya edliyê derket û çû mala xwe û dûre bi tu awayî agahî jê nehat girtin xwend û aqûbeta Hasan Yalaçin pirsî.

Li qereqolê winda bû!

Li Elihê Jî xizmên windayan û ÎHD’ê bi heman armancê di hefteya 444’an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmen windayan û rêveberên ÎHD’ê li avahiya ÎHD’ê wêneyên windayan rakirin û pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vekirin. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Teyfîk Ay ê di 17’ê Çileya 1995’an winda bû, hat pirsîn.

Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Mehmet Zekî Tanguner, di çalakiyê de behsa windakirina Teyfîk Ay kir û wiha got: “Ji qereqola bajaroka Şenkoy a navçeya Midyat a Mêrdîne bangî Ay kirin. Ay ê ku çû qereqolê carek din agahî jê nehat girtin.”STENBOL/AMED/ÊLIH

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar