Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cumartesi - 21 Eylül 2024

‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin’

Hevserokê EGE-TÛHAY-DER'ê Ahmet Ertaş, xwest rojek berî rojekê daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin

Girtî ji 27’ê Mijdarê heya niha ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, di greva birçîbûnê ya bêdem û bi dorveger de ne. Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Ji Bo Malbatên Girtiyan a Egeyê (EGE-TÛHAY-DER) Ahmet Ertaş bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û xwest daxwazên girtiyên di greve de bên qebûlkirin.

Ertaş anî ziman ku tecrîd sûc e li hemberî mirovahiyê û xwest rojek berî rojekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

Di axaftina xwe de Ertaş destnîşan kir ku li Îmraliyê bi salan e polîtîkayeke tecrîda giran heye û wiha got: “Birêz Ocalan bi komployeke navdewletî di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û ji wê çaxê heya niha li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F yê bi awayekî girankirî tê tecrîdkirin. Ev polîtîkaya tecrîdê di şexsê Birêz ocalan de li tevahiya girtiyên siyasî û gelê kurd tê kirin. Girtiyên siyasî yên vê yekê qebûl nakin, di 27’ê Mijdarê de careke din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hikûmet demildest divê dev ji vê polîtîkaya tecrîdê berde ku li dijî mafên mirovan e. Daxwazên girtiyên siyasî, daxwazin insanî û ehlaqî ne. Bi salan e li girtîgehan mafên girtiyan tên binpêkirin û ev yek di dema pandemiyê de zêdetir bû û niha dixwazin wekî tiştekî asayî bidin der.”

Zextên li ser girtiyan zêde bûye

Ertaş diyar kir ku daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de divê bên qebûlkirin û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku her diçe zêdetir dibin. Ertaş got ku li Girtîgeha Şakran a Jinan piştî çalakiya greva birçîbûnê destpê kir zext û zorî jî zêde bûne û wiha domand: “Gardiyan her hefte diavêjin ser qawîşan. Nameyên wan dereng didin wan an jî qet nadin wan. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan. Li girtîgehên herêma Egeyê bi sedan girtiyên nexweş hene. Bi hinceta pandemiyê tedawiya girtiyên nexweş bi derengî dixin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Ji ber ku qawîş qelebalix in, pîvana mesafeya fizîkî ne mimkun e esas bê girtin. Amûrên paqijiyê nadin wan. Li girtîgehên herêma Egeyê hemûyan heman tişt diqewimin.”

Berpirsyar hikûmet e

Her wiha Ertaş bang li hikûmetê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Berî ku li girtîgehan encamên giran rû bidin, dawî li polîtîkaya tecrîdê bînin. Polîtîkayên li girtîgehan pêk tên dijî mafên mirovan e. Heger ji ber grevên birçîbûnê tiştekî nebaş biqewime berpirsiyar hikûmet û dewlet e. Gel jî divê bibe dengê girtiyan.”  ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar