Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Salı - 27 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

‘Bila dewlet tirk û çeteyên wê bikevin lîsteya terorê’

Bi hezaran endamên saziyên malbatên şehîdan û gaziyan ên kantonên Şehba û Hesekê ji bo şermezarkirina komkujiya li Til Rifatê û êrîşên dewleta tirk çalakî li dar xist. Di çalakiyê de bang li dewletên cîhanî hat kirin ku pêşî li talan, kuştin, qirkirin û guherandina demografyaya herêmê bigirin. Çalakvanan xwest ku dewleta tirk û çeteyên wê bikevin lîsteya terorê

Meclisa Malbatên Şehîdan û Mala Gaziyan ên Hesekê û Şehbayê bi armanca şermezarkirina komkujiya dewleta tirk a li Til Rifatê û êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê, bi dirûşma ‘Bi yekitiya gelên azadîxwaz re dê asta têkoşînê bilind bikin’ li Kantona Hesekê meşek li dar xist. Di meşê de bi hezaran welatî jî amade bûn.

Çalakî li ber Navenda Tenduristiyê ya Til Hecer a Hesekê dest pê kir. Di çalakiyê de çalakvanan alên HSD, YPJ’ê, wêneyên komîteya Til Rifatê û pankartên bi nivîsên ‘Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xaka me ne’, ‘Sozgîn û Medya rûmeta me ne’ û ‘Zarokan nekujin’ hatin vekirin. Çalakvan li kolanên taxê geriyan û bi dirûşman êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û Berxwedana Rûmetê silav kirin.

Bi sê zimanan daxuyanî dan

Çalakî li kolana giştî ya li nêzî Dêra Aşûrî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Desteya Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê û Mala Gaziyên Şer bi zimanên suryan, kurdî û erebî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk a faşîst  û çeteyên wê ji 9’ê cotmehê ve êrîşî xaka wan dikin. Hat destnîşankirin ku gelê herêmê di berxwedana li dijî dagirkeriyê de bi sedan şehîd dan û gelek birîndarên wan çêbûn.

‘Hemû cîhanê çavê xwe li komkujiyên dewleta tirk girtiye’

Di berdewamê de jî hat gotin ku dewleta tirk li ber çavên hemû cîhanê gelê herêmê qir dike û xaka Rojava dagir dike. Daxuyanî wiha dom kir: “Mîna li Efrînê, niha jî çavên xwe li komkujî, koçberkirin û talana dewleta tirk digirin. Bi ser dagirkirina Efrînê re du sal derbas bûn. Lê hê jî talan û komkujiyên li wir didomin. Em van kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê qebûl nakin.”

Pêşî li talan, kuştin û qirkirinê bigirin

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya cîhanî, civaka navdewletî, dewletên ereb, gelên kurd, suryan, ereb, asur, tirkmen, hemû ol û baweriyên ku dibin xetereyê de ne, gelên ku li Rojhilata Navîn û li hemû tevger, rewşenbîr û kesayetên demokratîk hate kirin ku xwedî helwest bin. Di berdewamê de jî hat xwestin ku li dijî dagirkeriyê têbikoşin, dewleta tirk ji herêmê derxînin û pêşî li qirkirin, talan û guherandina demografyaya herêmê ya dewleta tirk bigirin.

Daxuyanî wiha bi dawî bû:

“Me li ber xwe da û gelek zorî û zehmetî dîtin. Divê vîna me û qurbaniyên ku me dan neyên paşguhkirin. Agirbesta ku hatiye ragihandin, tenê xapandineke mezin bû. Ger hûn yên agirbestê bin, wê demê hûn çima gavên pratîk navêjin? Em ji Rûsyayê dixwazin ku tev li dagirkerî û parçekirina xaka me nebe û hemû tevgerên ku vê dikin armanc jî rawestîne. Her wiha rêzdariya xwe ji şehîd, birîndar û malbatên wan re nîşan bide. Nabe ku dewriyeyên wan ên dibin navê herêma bi ewle de, dagirkeriya dewleta tirk rewa bikin û piştgiriyê bidin wan. Divê ev dewriyeye ji bo destnîşan kirina sûcên dewleta tirk bên avêtin. Lê mixabin Rûsya van kiryarên ku dewleta tirk û çeteyên wê dike nabîne û paşguh dike.

Dewleta tirk û çeteyên wê bixin lîsteya terorê

Di dawiyê de banga me ji bo saziyên mafnasiyê û rêxistinên mafên mirovan ew e ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabin. Em ji wan re dibêjin; rojane komkujî li ser me pêk tên, van kiryaran rawestînin û ji bêdengiya xwe derkevin. Em ji NY’yê û Yekitiya Ewropayê re tekez dikin ku çavkaniya DAIŞ, El Nusra û hemû komên çeteyan, dewleta tirk bi xwe ye. Lewma daxwaza me ji hemû piştgirên dadmendî û mafên mirovan ew e ku dewleta tirk û çeteyên wê bixin lîsteya terorê.

Em tola zarokên xwe li erdê nehêlin

Em komkujiya ku li Til Rifatê hatiye kirin jî şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin. Ji wan re teqez dikin ku em ê tola gel û zarokên vî welatî li erdê nehêlin. Têkoşîna me têkoşîna rûmet û berxwedanê ye. Têkoşîna ji bo azadî û yekitiya gelan e. Bi hemû awayan em ê berxwedana rûmetê bilind bikin û dagirkeriya dewleta tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bikin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar