Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bila dewleta tirk ji başûrê Kurdistanê bê derxistin’

Bi banga Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), li Hewlêrê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li ber parlamentoyê hat şermezarkirin. Çalakgeran xwestin, leşkerên dewleta tirk ji herêmê bê derxistin

Li başûrê Kurdistanê bi dehan sal in baregehên leşkerî yên dewleta tirk hene. Salên dawî hem baregehên leşkerî hatin zêdekirin, hem jî qadên dagirkirî berfireh bûn.

Ji 23’ê Nîsanê û vir ve bi taybetî li ser herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê êrîşên dagirkeriyê têne kirin.

Bi rêk û pêk êrîş li gundan tên kirin û têne valakirin. Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê jî li ber vê yekê bêdeng e.

Li dijî êrîşên dagirkeriyê, nerazîbûna li başûrê Kurdistanê mezin dibe. Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) li dijî êrîşên dagirkeriyê û li hemberî hebûna leşkerî ya li herêmê, li ber Parlamentoya Hewlêrê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xist.

Li pêşiya parlamentoyê bi navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayîn û wiha hat gotin: “Peymana navbera Iraqê û dewleta tirk a li ser ewlehiya sînorê divê bê betalkirin û li dijî dagirkeriya dewleta tirk sînor bê parastin. Divê dewleta tirk ji başûrê Kurdistanê bê derxistin.”

Di daxuyaniyê de binpêkirina hiqûqa navneteweyî, xisara li xwezayê hatiye kirin û birîna daristanan hat bibîranîn û hat ragihandin ku ev yek sûcê şer e.

Çalakgeran xwestin ku xweza bê parastin û ji dewleta Îranê jî hate xwestin ku dawî li binpêkirinan bîne.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber rêveberiya nebaş a başûrê Kurdistanê, maf û azadî rojane têne binpêkirin. Mûçeyên xebatkar û teqawîtbûyiyan têne kêmkirin. Her wiha buhayê alavan hatiye zêdekirin û bac zexteke giran li şêniyan dike.”

Partiya Komunîst piştî daxuyaniyê daxwazên xwe yên li dijî êrîşên dagirkeriyê û yên ji bo mafên karkeran radestî parlamentoyê kir.  HEWLÊR 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar