Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bila girtiyê nexweş Ergîn Aktaş demildest bê berdan’

ÎHD’a Îzmîrê, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku her du milên wî tunene û li gel ku Saziya Tiba Edlî 5 caran rapora “nikare li girtîgehê bimîne” dayê û nayê berdanê û xwest ku bê berdan. Komîsyona Girtîgehê ya ÎHDa Stenbolê jî di rûniştina F a hefteya 392’emîn de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Fesîh Coşkûn ku 28 sal in girtî ye

Endamên Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi daxwaza “girtiyên nexweş bên berdan” li navçeya Konakê ya Îzmîrê li ber Sumerbankê daxuyaniyek da çapameniyê. Beşdaran di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran dimirin” vekirin û bal kişand ser rewşa  girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ku her du milên wî tunene û li gel ku Saziya Tiba Edlî 5 caran rapora “nikare li girtîgehê bimîne” dayê û nayê berdanê û xwest ku bê berdan. Parlamenterên HDP’ê Mûsa Pîroglû, Hebîb Eksîk, Mahmût Togrûl û gelek nûnerên rêxistinên sivîl kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Rêvebera ÎHD’ê Cemîle Karakaya daxuyanî da û qala rewşa girtiyê nexweş Ergîn Aktaş kir. Karakaya diyar kir ku rewşa Aktaş gelek giran e û wiha got: “Ji bo berdana girtiyên nexweş em careke din bang li Wezareta Dadê dikin. Girtiyên bi tîpên R divê li gorî armanca damezrandina xwe bên xebitandin. Bila Aktaş bê berdan.”

Bila girtiyê nexweş Fesîh Coşkûn bê berdan

Komîsyona Girtîgehê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê jî di rûniştina F a hefteya 392’emîn de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Fesîh Coşkûn ku 28 sal in girtî ye. Komîsyon xwest ku rûniştinê li Qada Galatasarayê pêk bîne lê polisan destûr neda vê yekê û rûniştinê asteng kirin. Li ser vê yekê rûniştin li ber ÎHD’a Stenbolê pêk hat. Beşdarên rûniştinê wêneyên girtiyên nexweş ên dixwazin bên berdan hilgirtin û pankartên mîna “Tedawî maf e nayê astengkirin” û Bila girtiyê nexweş Fesîh Coşkûn bê berdan” vekirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu beşdarî rûniştinê bû.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn ve hat dayîn. Acettîn di daxuyaniyê de qala rewşa girtiyê nexweş Fesih Coşkûn kir û diyar kir ku nexweşiyên giran li Çoşkûn peyda bûne. Acettîn da zanîn ku mafê tenduristiyê yê Coşkûn tê astengkirin û ev tişt got: “Bi mehan e neçûye nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê nexweşiyên wî li giran bûne. Divê ku Fesîh Coşkûn hevalên xwe yên nexweş demildest bên berdanê. Berpirsê her cenazeyê ku ji girtîgehan dertê desthilat e.” ÎZMÎR / STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar