Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Bila goristaneke wan hebe

Hevserokê ANYAKAYA-DER’ê Şehmûs Işik diyar kir ku divê cenazayên malbatan bên dayîn û wiha got: “Mafê hemû malbatan heye ku cenazeyên xwe defin bikin û cenaze bên definkirin. Divê cenazeyên tên rawestina ji bo malbatan bên dayîn û ew jî li gorî baweriyên xwe defin bikin.”

Di 19’ê Kanûna 2017’an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê leşkeran Goristana Xerzanê rûxandibûn û 267 cenazeyên HPG’iyan ji goristanê derxistibûn û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Ji wê rojê û vir ve cenaze li Saziya Tipa Edelî ya Stenbolê tên rawestandin. Ligel cenazeyên ji Goristana Xerxanê hatin derxistin, cenazeyên HPG’iyên di pevçûnên cuda de jî şehîd bûne nadin malbatên wan. Dema didin jî pir dereng didin.

Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malabatên Anatolyê yên Xizmên xwe Winda kirin (ANYAKAY) Şehmûs Işik diyar kir ku cenaze dayîna malbatan, nêzîkatiyeke miroviye. Işik da zanîn malbatên kesên jiyana xwe  ji dest dayîn tên mexdûrkirin û wiha axivî: “Malbat dibin zextek derûnî de tên girtin. Ligel ku gelek malbatan cezayên zarokên xwe teşhîs kirin jî cenazeyên wan nehatin dayîn. Em nizanîn gelo çima teslîm nakin. Gelo ev encama polîtîkayên şerê deruniye? An jî polîtîkayên mexdûr kirina malbatane? Em baş nizanin. Em bi awayekê mirovî li vê mijarê mêze dikin. Mirina hemû zindiyan, bi taybetî jî ya mirovan pir pîroze. Em dixwazin cenazeyên tên rawestina ji bo malbatan bên dayîn û ew jî li gorî baweriyên xwe cenazeyên xwe defin bikin.”.

60 malbatan serlêdan kirin

Işik da zanîn ku ew ji bo malbatên serî li wan didin dibin alîkar û wiha got: “Di warê hiqûqî de em rê nîşanî wan dikin. Hin malbatên serî li wan didin, ev 4-6 mehin li benda girtina cenazeyên xwe ne. Ji hin malbatan jî hîna testa DNA’yê en girtine. Bandora şer herî  zê de li ser goristanan tê xuya kirin. 60 malbatan serlêdan kirin. Di nava malbatên Goristina Xerzanê de malbatekê ku serî li wan dayî, ev salek û nîve li benda bersivê ne. Li Amedê, nêzî 12 malbatan cenazeyên wan hatin dayîn.”

Mafê defin kirinê

İşik destnîşan kir ku mafê definkirina mirovan pîroze û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang li rayedarên dewletê dikin. Mirovekê ku jiyana xwe ji dest dayî, tu zirarê  nade dewletê. Divê rêz ji bo wê bê girtin. Qet nebe bila malbata li ser zêmarên xwe bêjin û gulekê danîn ser gora cenazeyên xwe. Lazime ku ev bê kirin. Em dixwazin mirin bi dawî bibin û jiyana mirovan bê parastin.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar