Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bila gotinên êvaran nekevin qulên dîwaran

Di rojên 11 û 12’ê çileya 2020 an de li Amedê komcivîna Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk hat. Di vê komxebatê de ji sazî û dezgehên çand, huner û ziman derdora 300 kesî beşdar bûn.

Komcivîn li gorî komên xebatê bi maseyên cuda hatin dabeşkirin. Di rûniştina yekemîn de her maseyekê di nava xwe de nîqaş birêve birin û pêşniyarên xwe ji rêveberên vê komxebatê re pêşkêşkirin.

Li gorî beşan 12 maseyên cuda hatibûn amadekirin wekî maseya akademîsyenan a weşangeran, ragihandinê, hiqûqnasan, maseya jinan, ya nivîskaran, maseya karsazan û her wiha çend maseyên din.

Bi rastî disiplîneke baş hebû û nirxandin û pêşniyarên gelekî baş hebûn. Dibe ku ew pêşniyarên hatin kirin bi tevahî di cih debûn lê bi rastî ji bo pêkanîna wan daxwaz û pêşniyaran demeke dirêj û derfetên gelekî mezin dixwazin.

Piraniya pêşniyarên hatin kirin ji alî komîteya rêveberina komxebatê ji beşdaran re hatin xwendin û erêkirin.

Xebateke ku dilê mirov xwe dike ye

Bi rastî tiştê ku dilê meriv xweş dikir di vê demê de kombûna ewqas xemxurên zimanê kurdî cihê şanazî û kêfxweşiyê bû û wekî min berê jî got ji disiplîn û germahiya beşdaran jî wiha xuyadibû ku bi rastî ev kes hatine da ku ji dil û can tiştekî bikin û bi rastî ew xemxurên zimanê kurdî ne.

Ev yek ji alî hin beşdaran ve jî hate ziman û ez jî tevli wan dibim xwezî li şûna ku pêşniyar wekî divê û pêwîste ev yek were kirin bi rengekî din bihata pêşniyarkirin û her maseyekê di navbera xwe de di pêşniyarên xwe de bigotina em dikarin vê yekê bikin, em dikarin wiha vî barî bidin ser milê me.

Bi her halî ji xwe di dawiya komxebatê de 27 kes hatin pêşniyarkirin ku dê li ser navê wan maseyên cuda kar û xebatên vê tora ziman û çanda kurdî birêve bibin.

Rêya herî dûr jî bi gavekê dest pê dike û hew jî gava yekemîn e

Êdî ew bar dikeve ser milê wan 27 kesan ku bikaribin her yek di pîşeya xwe de gelek kesên din tevli vê xebatê bike. Bê guman beriya her tiştî plansaziyeke xurt û baş ji vî barê giran re divê ku tora ziman bikaribe hin gavan di wî warî de bavêje. Lê wekî dibêjin ji xwe rêya herî dûr jî bi gavekê dest pê dike ew jî gava yekemîn e.

Bi rastî cihê kêfxweşiyê bû ku ewqas xemxurên ziman kurdî ji dever û saziyên cuda tevli vê komxebatê bûn û di encama komxebateke bi disiplînî bi sedan pêşniyar derketin holê. Mirov dikare bêje ku hemû pêşniyar jî di cih de bûn û ew jî dide xuyakirin ku karekî giran li pêşiya vê tora ziman û çandê ye.

Plansaziya dema kurt û ya dem dirêj

Niha tiştê ku ji van 27 kesên ku ji bo rêvebirina karê tora ziman û çanda kurdî hatin destnîşankirin plansaziyeke baş a dem kurt û ya dem dirêj çêbikin.

Di plansaziya dema kurt de tiştên ku dikarin niha werin destpêkirin di wê de cih bigirin. Wekî mînak gelek pêşniyar hatin kirin ji bo naveroka televîzyonên kurdî were guhertin û bernameyên rengîn lê werin zêdekirin, ji bernameyên şahî û pêşbirkan heta bi rêzefilm, belgefilm û bernameyên zarokan.

Her wiha hin daxwazên din ên ku xebatekedûvedirêj û bi salan ji wan re divê hene li gorî wan jî divê plansaziyeke demdirêj were kirin.

Wekî mînak mirov dikare wekî gava yekemîn kampanyayeke wiha dest pê bike, her saziyeke dewletê, banka, şîrket û dezgehên cuda dema ku telefonî we kirin ji wan re bêjin em serwîsa bi zimanê xwe dixwazin ji bo em baştir ji we fêm bikin. Ji xwe li gelek saziyan serwîs bi zimanê inglîzî û erebî heye û heke daxwaza gel zêde bibe dibe ku servîsa kurdî jî li wan were zêdekirin.

Ji aliyekî din ve divê ew bar li ser pişta vê torê bi tenê nemîne û ji xwe bi dehan pêşniyarên di cih de di vê komxebatê de hatin destnîşankirin lewre li şûna pêşniyaran divê her saziyek ji aliyê xwe ve tiştê ku dikeve ser milê wan pêk bîne.

Rewşa zimanê me di pêvajoyeke talûkeyê de ye

Bi giştî ew herdu roj têr û tijî û berhemdarî derbas bûn û ji ber ku serê sed salî ye ku li dijî ziman û çanda kurdî bi hemû cureyan zext û pêkûtî hatine kirin hemû pêşniyarên ku hatin kirin rast û pêwîst bûn û divê ji deverekê dest bi vî karî bihata kirin. Di vê dema ku rewşa zimanê me di pêvajoyeke taluke de derbas dibe ev gaveke pîroz û di cih de ye û hêviya serkeftinê ji Tora Ziman û Çandê re dikim.

Bi hêvîme ku em wekî mesela ku dibêjin ‘Gotinên êvaran dikevin qulên dîwaran’ li me neyê. Bi gotineke din ew gotin û pêşniyarên baş û di cih de yên ku li civîn û komxebatên me tên kirin di warê gotinê de nemîne lê di warê pratîkê de bi xebatên ji dil taceser bibe û bibe bersiv ji bo vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar