Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Bila hemû malbat serlêdana sûc bikin’

Hatun Aslan a cenazeyê kurê wê Yilmaz Aslan (Piling Amed) ê PKK’yî li Goristana Sîsê ye, êrîşên li ser goristanan şermezar kir û got: “Bi van êrîşan peyama ‘Em ê we tune bikin’ didin me. Divê tu malbat li dijî vê yekê bêdeng nemînin û her kes li dijî vê yekê serlêdana sûc bikin.”

Bertek û nerazibûnên malbatên ku gorên zarokên wan rastî êrîşan tên didome. Hatûn Aslan a cenazeyê kurê wê Yilmaz Aslan (Piling Amed) ê PKK’yî li Goristana Gundê Sîsê hatiye definkirin, êrîşa li dijî Goristana Sîsê şermezar kir û xwest her kes li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Aslan, bang li gelê Kurd û malbatan kir ku li hestiyên zarokên xwe xwedî derkevin. Aslan, anî ziman ku beriya Goristana Sîsê bê xerakirin, di rojên cejn û taybet de diçûn ser gorên zarokên xwe û wiha got: “Rojekê gotin goristan xera kirine. Piştre em çûn me dît goristan xera kirine. Her dayik dixwaze di rojên cejnê û taybet de biçin ser gorên zarokên xwe dua bikin. Lê dewlet vê yekê jî zêde dibîne. Me gorên xwe çêkirin, dewletê dîsa xera kir. Nahêlin hestiyên zarokên me di bin axê de jî bistirin.”

‘ Ji bo tunekirinê êrîş dikin’

Aslan, da zanîn ku erîşên li ser goristanan li dijî hiqûqê ye û wiha axivî: “Ez hatim vî emrî min tiştekî wisa nedît. Ev zilm e. Dijmirovî û neheqî ye. Peyama ‘Hûn tune ne, dengê xwe nekin’ didin me. Dixwazin me li ser ruyê dunyayê tune bikin. Ev li dijî ola îslamiyetê de. Em qebûl nakin. Em ê serlêdana sûc bikin. Ez bang li hemû malbatan dikim ku li dijî bê hiqûqî, bê edaletiyê serlêdana sûc bikin. Em kêlên zarokên xwe bipar9êzin. Em îro dengê xwe dernexin, dê hestiyên zarokên me tevan derxin. Divê hemû malbat û gelê kurd li hestiyan xwedî derkevin.”

Di 2013’an de cenaze anîn goristana Sîsê 

Yilmaz Aslan di sala 1989’an de Zanîngeha Dîcleyê xwend û gelek caran polîsan ew binçav kirin. Îşkenceya giran lê kirin. Piştî çend mehan hat girtin û berdan tev li PKK’ê bû. Malbat di 1996’an de hîn bû ku Yilmaz tevlî PKK’ê bûye û di 1998’an de hîn bû ku li Licê jiyana xwe ji dest daye. Malbata Aslan piştî fêr bû Yilmaz jiyana xwe ji dest daye, serî li Serdozgeriya Komarê ya Licê dan. Serdozgeriyê ji malbatê re got ‘7 kes bûn. Me dora cenazeyan mayîn kirin ku dema yên din jî hatin bên kuştin. Pişt re gundiyan cenazeyên PKK’iyan li Gundê Comelaş e navçeya Licê defin kirin. Piştre jî di sala 2013’an de li Gundê Sîsê goristan hat avakirin û cenaz biribûn Goristana Sîsê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar