Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bila ji bo darizandina DAÎŞ’î yan dadgeheke navneteweyî were avakirin

Balyoz û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bang kirin û xwestin bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê bila dadgeheke navneteweyî were avakirin

Navenda Nûçeyan

Di 4’ê Kanûnê de, balyozên navneteweyî û nûnerên rêxistinên mafên mirovan di derbarê sûcên çeteyên DAIŞ’ê û darizandina wan de, bi rêya onlinê kongreyek li dar xist.

Di kongreyê de, balyozê Amerîkayê yê ji bo Edaleta Morse Tan bal kişand ser sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kêmneteweyên olî û binpêkirina qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî. Her wiha banga avakirina dadgeheke mîna dadgeha Nuremberg ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir. Tan got: “Dem hatiye ku li dijî sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê kirine, edalet pêk bê.”

Damezirînerê Akademiya Hiqûqî a Cîhanê Matthew Daniels û balyoza gerok a Nivîsgeha Dozên Jinan a Cîhanê Kelly E. Curry, têkildarî qirkirina komî û binpêkirina li seranserî cîhanê têne kirin diyar kir ku ew li dijî wan sûcên ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî jinên Êzidî pêk anîne û sûcên ku artêşa Burmayê li dijî kêmneteweya Rohingya pêk anîne.

Daniels got: “Avakirina dadgehekê ji bo darizandina DAIŞ’ê bersiva rast a exlaqî û qanûnî ji aliyê cîhana pêşketî ve ye. Ev dadgehkirin wê baweriyeke exlaqî bide dewletên ku qanûna mafên mirovan a cîhanê û diruşmeya ‘Ji îro û şûnde na ji qirkirinê re’ îmze kirine. Divê em ji merheleya cezakirinê derbasî merheleya çareserkirinê bibin, dermanê herdemî yê hemû şêweyên tundiyê fêrbûn e.”

Li aliyekî din jî, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd banga avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê kir.

Çiya Kurd wiha domand: “Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê me banga avakirina dadgeheke navneteweyî mîna dadgeha Nurembergê kir. Da ku astên têkbirina terora navneteweyî û dozgeriyê bilind bikin. Em dibînin ku darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser û li herêmên Rêveberiya Xweser, merheleyeke herî girîng a têkbirina terorê ye, di heman demê de pêkanîna edaleta navneteweyî ya li hember sûcdarên li dijî mirovahiyê ye.”

Çiya Kurd îşaret bi gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên ku komên çete li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tînin kir û got: “Tişta li wan herêman têne kirin qirkirineke rasteqînî ye.”

Cîgira seroka Desteya Azadiya Ol û Baweriyan a Amerîka Nadine Menza bal kişand ser serdana xwe ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevdîtinên xwe yên ligel nûnerên ji civaka Êzidî. Di wê serdanê de nûnerên civaka êzidî behsa komkujiyên li dijî wan û Xiristiyanên ku hewl dane bimînin ku çeteyên DAIŞ’ê ew neçar kirine fidyayan bidin, kir.

Nadine Menza rola Rêveberiya Xweser erênî nirxand û da zanîn ku rêveberiyê rewşa guncav ji tevahî kêmneteweyan re dabîn kiriye da ku rê û resmên xwe yên olî pêk bînin.

Nadine Menza got: “Mafê edaletê yên qurbaniyên komkujiyên DAIŞ’ê heye. Divê cîhan li ser sûcên li dijî wan qurbaniyan pêk hatine lêpirsîn veke.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar