Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtigehan a Navneda ÎHD’ê Îlhan Ongor, paketa darazê rexne kir û xwest 457 jê giran hezar û 338 girtiyên nexweş bên berdan û ji bo vê yekê zagon bên guhertin
Yekitiya Tabîban a Cîhanê bi Danezana Lîzbonê bal kişandin ser mafên nexweşan û 26’ê Cotmeha 1981’an wekî Roja Mafên Nexweşan îlan kirin. Şaxên ÎHD’ê yên Edeneyê bi boneya Roja Mafên Nexweşan a Cîhanê daxuyanî da.
Berdevkê Komîsyona Şopandina Girtigehan a Navneda ÎHD’ê Îlhan Ongor bal kişand ser mafên girtiyên nexweş û xwest 457 jê giran hezar û 338 girtiyên nexweş bên berdan û ji bo vê yekê zagon bên guhertin.
Ongor diyar kir ku Tirkiye îmze avêtiye bin vê danezanê û li gorî vê danezanê tev nagere û xwest li gorî vê danezanê faktoran ji bo nexweşan ava bike û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. EDENE