Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

‘Bila jin dengê xwe bi dengbêjiyê bilind bikin’

Dengbêjî kevneşopiyek ji çanda kurdan e. Dengbêjî ji bo kurdan her tim bûye rêyekî vegotina astengî û zehmetiyan. Ligel hemû astengî û polîtîkayên bişaftinê çanda dengbêjiyê heta îro hatiye. Bi saya wan kilamên dengbêjiyê dîrokek zindî heta roja me ya îro hatiye.

Yek ji van dengêjan dayika bi navê Eydê Ozkan (72) ku dayika 10 zarokan e û li navçeya Elkê ya Şirnexê dijî. Dayika Eydê di zaroktiyan xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û heta roja îro çanda dengbêjiyê didomîne.

Dayika Eydê da zanîn ku berê televîzyon tûne bû, dayika û bavê wê dengbêjiyê dikirin û wiha got: “Dema ez zarok bûm dayik û bavên min dengbêjiyê dikirin û min jî her tim wan guhdar dikir. Dayik û bavên min di nava rojê de dixebitîn, dema dibû êvar jî civat kom dibû û dest bi gotina kilaman dikirin. Bi guhdarkirinê ez fêr bûm. Dema dayika min stran gotin min jî li wan vedigerand. Dayikên me her tim li ser êş, xweşî, mirin û şer kilaman digotin. Dema diçûn dawetan jî ji bo bûkan kilaman digotin. Dema diçûn ser kaniyê, dema hirî şûştinê û dema bêrîvantiyê her tim kilamên xwe digotin.”

Di 10 saliyê de dest bi gotina kilaman kiriye

Dayika dengbêj di axaftina xwe de wiha behsa demên berê kir: “Me li her derê dengbêjiyê dikir. Malbata min û derdora min hemû dengbêj bûn. Min di 10 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kir û heta îro jî ez kilaman dibêjim. Berê gelek xweş bû û xweziya rojên berê. Rojên berê zor û zehmet bû, lê belê gelek xweş bû. Berê hemû rojên me di nav kêfxweşiyê de derbas dibû. Lê belê êdî dema me ya îro ne wisa ye. Tu kes êdî ne wekê berê dengbêjiyê dike û ne jî xweşî heye.”

‘Çand mirovan li ser lingan digire’

Her wiha dayika Eydê diyar kir ku çanda dengbêjiyê ji bo wan xwedî cihekî girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê belê êdî tu kes wekê berê dengbêjiyê nake. Ji ber teknolojî gelek pêşketiye kes guhê xwe nade dengbêjiyê. Ciwanên niha bi tenê telefonan kilaman guhdar dikin. Çanda dengbêjiyê ne wekê berê ye. Çanda dengbêjiyê ji bo me xwedî cihekî girîng e. Divê em xwedî çanda xwe derbikevin. Ji ber ku çand mirovan li ser nigan digire. Bila hemû jin xwedî çanda dengbêjiyê derbikeve. Min dixwest ku wek berê bi kilaman neviyên xwe bikira xewê. Bila jin dengê xwe bi dengbêjiyê bilind bikin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar