Piştî ku desthilatiya hikumeta tirk encamên hilbijartinên parlamento û serokkomariyê li gorî dilê xwe eyar kirin û dek û dolaban dîsa desthilatî di destê xwe de hiştin. Vê yekê li tevahiya Tirkiye û bakûrê Kurdistanê bandoreke neyênî kir. Her çendî ku bi fen û hîleyan desthilatê xwe bi ser xist lê li aliyê din ji sedî nêzî 50 kesên ku vê desthilatê naxwazin jî derketin holê. Lê mixabin desthilata faşîst bi seferberiya hemû saziyên dewletê û bikaranîna hemû imkanên dewletê ji bo xwe, encamên hilbijartinê li gorî dilê xwe çêkirin.
Bê guman ev encamên derketin holê ne tenê encamên hîlebazî, dek û dolabên vê desthilatê bû lê hinek kêmasiyên muxalefetê jî hebûn. Vê muxalefetê nikaribû xwe li hemberî wan dek û dolaban baş bi rêxistin bike. Her wiha nikaribû gelek kartên mezin ên di destê xwe de baş bi kar bîne. Muxalefetê tenê bersiva rexne û tewanbariyên desthilatê dida. Desthilatê jî gelek bêbextî û tewanbariyê vala û bêbingeh li muxalefetê dikirin.
Armanca desthilatê ji wan tewanbariyan ji xwe ew bû ku muxalefet û Kiliçdaroglû xwe ji wan tewanbariyan biparêzin û bi wê yekê kurdan ji muxalefetê sar bike. Muxalefet jî diket wê xefikê û heman tiştê ku desthilata faşîst dixwest dikir û wiha di nava Xelîl û Celîl de dima.
Ji bo namzetên parlamentoyê jî gelek rexne li HDP û Partiya Çepên Kesk jî dihatin kirin. Li gelek bajaran namzet ne bi dilê xelkê bûn. Gelek namzetên ku hatin nîşan dan ji alî gel ve nedihatin naskirin û hinekî jî dihatin naskirin lê nedihatin pejirandin.
Welhasilî ka em vegerin ser mijara nivîsa xwe. Piştî ku desthilata faşîst bi ser ket û li ser desthilatê ma, hem muxalefetê hem jî HDP û Partiya Çepên Kesk behsa moralê kir û gotin divê kes bê moral nebe.
Ji bo em bêinsafiyê nekin di wê der barê de KCD, HDK, DBP, Partiya Çepên Kesk û HDP’ê piştî civîna nexşerêya heyama nû daxuyanî da û tê de gotin ku ew dê li ser kêmaniyan rawestin û bi gelê xwe re parve bikin. Lê divê ew biryarên di daxuyaniyê de hatin gotin di pratîkê de werin kirin û tenê di gotinê de nemînin.
Lê belê de ka were ji mirovekî ku bi KHK’ê ji karê wî hatibû dûrxistin re bêjin bê moral nebe. Dê çawa bê moral nebe, we hêviya vegera kar dabû wî mirovî, wî/wê jî hêviya xwe bi we ve girê dabû ku hûn ê werin desthilatê û wî/ wê vegerînin karê wan.
Were ji mirovekî ku bi salan e bêguneh di zindanan de dîl hatiye girtin û hêviyeke mezin ji van hilbijartinan dikir re behsa moralê bike.
Esnaf û dikandarên ku we jê re gotibû em ê werin desthilatê û rewşa we baştir bikin piştî têkçûna wan hêviyan dê çawa bê moral nebe. Mamoste, karker û hemû kesên ku bi KHK’ê ji kar hatibûn dûrxistin dê bi mana vê desthilatê çawa bê moral in.
Girtiyên zindanan, rojnamegerên ji ber karê xwe li gorî rojnamegeriyê kirine di zindanan de tên dîlgirtin, kesên ku ji ber sedemên siyasî derketine derveyî welat, kesên ku ji ber fikir û ramanên xwe anîne ziman di girtîgehan de ne û hemû kesên ku dixwestin ev desthilata faşîst were guhertin û nefeseke demokratîk û azad bikşînin hinavê xwe. Van kesan tevan hêviyên mezin bi van hilbijartinan ve girê dabûn.
We wekî muxalefet ev hêvî bi xelkê re çêkir, we hêviya gihertinê bi xelkê re gur kir û we soza xwe pêk neanî. Îca ji kerema xwe hûn behsa çi dikin, behsa moralê nekin.
Beriya wê divê hûn kumê xwe deynin ber xwe, lêborîna xwe bixwazin, şaştiyên xwe tevan deynin pêşberî xwe, ji xwe heta wê gavê wê hinekî bêhna me jî fireh bibe û belkî em karibin hinekî moralê xwe jî baş bikin. Lê niha dest ji vê meseleya moralê berdin û ne hal û ne moralê me heye.