PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Bila mirovahî nemire

Hinek bûyer hene ku mohra xwe li demê dixin. Dîrok ne dikare wan kevin bike ne jî dikare înkar bike. Wek berxwedana berxwedêrên keçên, xortên Kurdistanê. Jiyanê ewqasî hez dikin ku di oxira wê de canê xwe didin. Dibe ku herkes vê fam neke û bêjin ‘jiyanê hez dikin çima canê xwe didin.’ Lê ger jiyana te hatibê tecrîdkirin, ziman û nasnameya te hatibe qedexekirin, vîn û kesayeta te tune tê hesibandin, ev ne jiyan e. Ji ber ku hatiye desteserkirin û dagirkirin.

Ji bo rizgarkirin û azadkirina wê mixabin berdêlên mezin tên dayîn. Berdêlê herî giran can tên dayîn. Ev e hezkirin û parêzvaniya jiyanê. Ev jî wêrektî û vîneke pir mezin dixwaze, wijdan û exlaq dixwaze. Leyla û rêhevalên wê dilê xwe girtin kefa destê xwe û bûn parêzvanên roj û jiyana xwe. Wek Clara Zetkîn gotin ‘Cihekî lê jiyan hebe ez dixwazim bijîm’ dest bi berxwedanê kirin.Wek Maria Terasa ku yek jê Xwişka Mirabella ye û li dijî hişmendiya faşîst a tecawizkar têkoşiyaye gotin ‘dibe ku tişta herî nêzî me mirin be lê ev min natirsîne. Ji bo her tiştê mafdar ez ê şerê xwe bidomînim’ berxwedana xwe gihandin asta herî bilind.

Rêwiyên heqîqetê bi biryardarî dibêjin ‘heya ku em serkeftinê bi dest bixin em ê çalakiya xwe bidomînin.’ Ev ji bo me û ji bo herkesî peyameke pir aşkera ye. Ev mirovana bê tirs û bi vîneke bêhempa ji bo jiyanê ber bi mirinê ve dimeşin. Tu tişt biqasî vê ne zehmet e û di heman demê de ne bi qiymet e.

Lê em? Em çi dikin pêşberî vê çalakiya bi rûmet. Li ber çavên me mirov roj bi roj dihelin, em çi dikin? Ev çi wijdane ku wisa ker, lal û kor e? Ev çi exlaq e ku vê şermê dipejirîne? Em kengî û çi wextê ewqas dûrî mirovahiyê ketin? Ji bo çi me wijdana xwe wisa ker û lal kiriye? Tişta ku me dike mirov çi ye? Ger ev bin çima em dikujin?

Kesên ku ji xwe re dibêjin ‘ez mirov im’ divê guh bidin banga keça Leylayê ku digot ‘Nehêlin dayika min bimire’ werin em dest bidin hev û em nehêlin dayika Sebahatê, jina têkoşer Leyla û cangorên rojê jiyana xwe ji dest bidin. Em vî barê giran tenê li ser milê wan nehêlin. Ev peywira me ya exlaqî û wijdanî ye. Girtiyên berxwedêr dibêjin ‘Ji ber ku em peywira xwe bi cih tînin, wijdana me rehet e’ Gelo wijdana me jî rehet e? Divê em her yek vê pirsê ji xwe bikin. Banga min ji bo kesên xwedî wijdan e. Bila mirovahî nemire. Jiyîna mirovahiyê têkçûyîn û mirina faşîzmê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar