Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Bila tu kes li ber zilmê serê xwe xwar neke’

Malbata Hezer ku ji 12 kesan pêk dihat, niha ji ber zordestiya dewletê tenê dê û bav mane. Dayik Ayşe Hezer ku tu caran dest ji berxwedanê bernedaye got: "Dewletê gelek tişt anîn serê min. Zarokê min, hemû belav kirin, min û hevjînê min tenê hiştin. Lê min li hemberî wan serê xwe netewand û heta dilopek xwîn jî di laşê min de bimîne ez ê li ber xwe bidim."

Li Kurdistanê di salên 1990’î de ji ber polîtîkayên ewlehîparêz ku dihatin meşandin, bi dehan gundên ku cerdevanî qebûl nedikirin ji aliyê dewletê ve hatin valakirin û piştre jî hatin şewitandin. Malbatên ku neçar man koçî bajaran bikin, li bajaran jî rastî heman polîtîkayan hatin. Li bajarên kurdan ku zilm û zordarî lê kêm nabin, berxwedan ji her demê zêdetir bûye. Li hemberî êrîşên dewletê malbatên ku tu carî baweriya xwe wenda nekirin û têkoşiyan jî her carê weke hedef hatin hilbijartin. Yek ji van jî malbata Hezer e ku li navçeya Hezex a Şirnexê ye.

Malbata Hezer di sala 1987’an de ji gundê Zoravayê yê Hezexê koçî Hezexê dibin. Malbata Hezer ku tevî dê û bav ji 12 kesan pêk tê, zext û êrîşên dewletê li ser wan qet kêm nabin. Ji malbata Hezer ku bi nasnameya xwe ya welatparêziya tê nasîn, kurê wan ê herî biçûk Eyup ê 13 salî ku ji bo xebatê diçe Stenbolê tê binçavkirin, îşkencekirin û girtin. Malbata Hezer ku hê ji bandora vê xelas nebûye, piştre kurê wan Yakûp tê girtin. Her du bira 5 salan di heman girtîgehê de dimînin. Piştî ji girtîgehê derdikevin 28 sal cezayê girtîgehê li Yakîp û 125 sal ceza jî li birayê wî Eyup tê birîn. Her du bira ji bo careke din neyên girtin, berê xwe didin Ewropayê.

Piştî wan jî êrîşên li ser malbatê kêm nabin. Roj nîne ku polîs li ser malbata Hezer nagire. Di sala 2004’an de kurê wan Rêber ku zêdetir nikare li hemberî van zextan bisekine, tev li nav refên PKK’ê dibe. Piştî şehadata Rêber, vê carê xwîşka wî Bişeng jî tev li nav refên PKK’ê dibe. Zarokên malbatê Tajdin, Yûsûf û Mewlûde jî ji ber êrîşên dewletê welat terk dikin û derbasî Ewropayê dibin. Ji malbata ku ji 12 kesan pêk dihat, niha tenê dayik Ayşe Hezer (59) û bav Muhammed Hezer (66) mane. Dayik Ayşe Hezer ku di heman demê de Dayika Aştiyê ye, 2 caran hatiye binçavkirin, îşkencekirin û mehekê di girtîgehê de maye. Malbata Hezer ku ji bo xwe avahiyeke 2 qatî çêkiribû, niha di avahiyê de tenê dê û bav mane.

Dayika Ayşe Hezer ku tevî vê zilm û zordestiyê tu carî dest ji têkoşînê bernedaye di hemû xebatên Dayikên Aştiyê de cihê xwe digire û pêşengtiyê ji xebatan re dike serpêhatiya xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot.

Rêya zarokên wê

Dayika Ayşe Hezerê anî ziman ku zarokên wê jî weke wê di zarokatiya xwe de bi rastiya kurdatiyê mezin bûne û serpêhatiya xwe wiha bilêv kir: “Ez di temenê xwe yê biçûk de hatim zewicandin. Piştî ku ez zewicim ez salekî li gundê Zorava mam. Li wir zarokeke min çêbû. Min navê wî kurê xwe kir Rêber. Welatpareziya me ji malbata min tê. Hê ku ez zarok bûm min ev nasnameya xwe ya welatpareziyê ji malbata xwe fêr bûm. Hebûna Kurdistanê hingê min zanî. Bavê min her carê ji me re digot, ‘Kurdistan heye.’ Ev naskirina partiyê bi saya bavê min çêbû. Ji wê demê ket serê me û me tu carî jibîr nekir. Tê bîra min ez zarok bûm em diçûn me merşên kurdî digotin. Piştî ku ez zewicîm û xwedê Rêber da min me mala xwe barkir û em hatin Hezexê. Ji vir jî me şîretên dayik û bavê xwe berneda. Birayên min jî wisa bûn û ev ale zarokên me jî hilda û ew jî weke me bûn. Di wan demên nû avakirina partiyê de tengî û zehmetî li her derê hebû. Girtin hebû, kuştin hebû. Me gelek zehmetî kişandin. Ew tiştên ku me kişandin bi çend hevokan nayên ziman.”

Dayik Hezerê serpêhatiya xwe wiha domand: “Kurê min Rêber zanîngeha Edeneyê qezenc kir û me rê kir Edeneyê. Li wir hem rojnameya kurdî difirot û hem jî di nav xebatên ciwanan de cihê xwe digirt. Piştî ku xelas kir hat melatî kir. Di heman demê de di nav xebatên ciwanan de cihê xwe digirt. Çi dikeve ser milê wî dikir. Carekî hat binçavkirin û piştî ku hat berdan jî tev li nav refên PKK’ê bû. Zarokên min ê ditir jî hemûyan heman çarenûs parve kir. Kureke min di emrê xwe yê 13 salî li Stenbolê hat binçavkirin. Îşkence lê kirin û pişta wî şikandin. Me kir û nekir tu bijîşkan nekarî tedawiya wî bikin. Niha jî nîv mirov e.  Ew jî seqet kirin. Ew di girtîgehê de derket û kurê min ê ditir hat girtin û ew jî 5 salan girtîgehê de ma. Ê ku di îşkenceyê de pişta wî şikandin dîsa hat girtin.Tiştê ku min ditin û jiyin nayê gotin. Herdû kurê min girtîgeha Mêrdînê de bi hevre man.”

Roj nebû neavêtne ser mala wan

Dayik Hezerê diyar kir ku zarokên wê yên ku bi heqîqetê re dimeşiyan her tim di hedefê de bûne û wiha domand: “Kurê min ê biçûk gava piştî 5 salan hat berdan, 125 sal cezayê giran ê mûebbetê jê re hat birîn. Kurê min ê dîtir jî 28 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ew her du jî ji neçariya xwe çûn Ewropayê. Tenê kureke min li gel me dima ew jî seqet bû û der heqê wî de jî biryara girtinê derxistin û ew jî çû. Rêber jî ji xwe şehîd ket. Keça min Bişeng mabû ew jî piştî şehadeta birayê xwe tev li nav refên PKK’ê bû. Ew jî par di berxwedana Zapê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wê destê dewleta tirk de ye, lê belê nadin me. Çend caran min xwîn jî da nadin. Ez dixwazim ku cenazeyê keça xwe bistinim. Heta ku ji destê min tê ez ê lê bigerim. Jiyana min nayê gotin keça min. Dewletê gelek anîne serê me. Roj nebû ku dewletê li ser mala min de nedigirt. Zarokên min hemû belav kirin, perçiqandin. Sê salan bênavber roj nebû ku li ser mala min de negirtibû. Keça min Bîşeng ji ber vê zilma wan çû. Min çend caran ji ber van serdegirtina malê de giliya wan kir. Derûniya zarokên min xerb kiribû. Ji bo ku êdî li ser mala min de negirin min daxwazname da dozgeriyê. Piştre nema nehatin. Lêbelê her carê ji cîranên me zarokên me dipirsin. Her serdegirtina malê de jî ji hevjînê min re digotin, ‘hevjîna xwe berde, ev hemû ji ber wê ye tê serê te’ lê hevjînê min gotina wan nedikir. Tişta ku wan anîne serê min naxwazin ku bê serê tu kesî.”

Ew û hevjînê xwe tenê mane

Hezerê bi lêv kir ku piştî 10 zarokên wê mala wan vala bûye û got ku wê tu caran li dijî zilmê serê xwe netewandiye û wiha berdewam kir: “Niha ez û hevjînê xwe tenê mane û keseke me nema ye. 2 zarokên min di nav refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dan û ê mayin jî ji ber êrîşên dewletê û cezayê ku ji wan re hatiye birîn çûn Ewrupayê. Min ne li ber dewletê û ne jî li ber keseke din serê xwe netewand. Raste min zehmetî dit, lê min li berxwe da. Bi xwedê ne ez serê xwe li ber dewletê û ne jî li ber zilma kesekî danim. Ev riyê bavê min nişanî me da û ez pê serbilindim. Min serê xwe netewandiye û heta ku dilopek xwînê laşê min de hebe jî ez ê serê xwe netewînim û ez ê pey doza zarokên xwe bim. Girtin be, mirin be û çi be ez pey doza zarokên xwe venagerim. Ew roja ku kurê min Stenbolê hat binçavkirin ez jî heman rojê de hatim binçavkirin. Îşkence li min kirin. Laşê min hemû hêşin kiribûn. Dewletê gelek anî serê min. Pêvajoya qedexeyê de jî ez carekî binçavkirim  û mehekê girtîgehê de mam. Piştî ku ez berdam jî ji min re gotin,’ tu naçî partiyê’ lê roja ewil a ku ez hatime berdan ez çûm partiyê. Min got hûn min parçe parçe bikin jî ez ê biçim. Qasî ku ji destê min hat min li ber xwe da.”

Banga ji bo berxwedanê

Hezerê diyar kir ku li dijî zilmê berxwedan rûmeta herî bi nirxe û vê bangê li dayikan dike: “Dema ku ez xwarineke xweş çêdikim zarokên min û neviyên min tên bira min. Ez dema ku sifreya xwarinê radixim erdê ez dibêjim ev cihê yekê bû, ev cihê yekê bû. Ez dibêjim xwezî zarokên min, neviyên min û bûkên min jî dora vê sifreyê bûna. Ez lê dinêrim û piştre xwarin qirika min de dimîne û naçe xwar. Her hatina malê ez dibêjim yekê ji wan dê derî min re veke. Lê kes tune ye. Gelek zehmet e. Tişta ku ji min re herî zehmet jî tê nebûna wan e. Bi hezaran dayikan weke min li ber xwe dane. Ez dixwazim ku her dayikek, jinek û ciwanek li ber xwe bidin. Bila tu kes li ber zilmê serê xwe xwar neke. Bila hemû dayik dest bidin hev û berxwe bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar