PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’

Ji bo dîtina xizmên xwe yên ji hêla dewleta ve hatine windakirin û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê, Xizmên Windayan û parêzvanên mafên mirovan li Stenbol, Amed û Êlihê çalakî li dar xistin

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan li Stenbol, Amed û Êlihê bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku heta ku aqûbeta kesên ji hêla dewletê ve hatine windakirin tê zanîn û kujerên wan tên darizandin, dê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.

Di vê çarçoveyê de, Dayikên Şemiyê di hefteya 743’yemîn de jî xwestin li Qada Galatasarayê ya Taksîma Stenbolê çalakiya xwe li dar bixin. Lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Ji ber vê yekê jî dayikan çalakiya xwe li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê li dar xist. Di çalakiyê de parlamenterên HDP’ê yên Stenbolê, seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû, gelek siyasetmedar, aktîvîst û welatî jî amade bûn. Kesên tev li çalakiyê bûn, tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin, wêneyên windayan û qurnefil hilgirtin.

Daraza dewleta tirk rexne kir

Daxuyaniya vê hefteyê ji hêla endama Komîsyona Windayên Dibin Çavan de ya ÎHD’ê Masîde Ocak ve hate xwendin. Ocak ew 743 heftene li aqûbeta mirovên xwe yên hatine windakirin dipirsin û tu kes nikare vî mafê wan tune bihesibîne. Ocak pergala darazê ya Tirkiyeyê rexne kir û got ku kesên li kolanan li mafên xwe digerin tên sûcdarkirin, binçavkirin, girtin û darizandin.

Aqûbeta Ustun vegot

Piştre jî Ocak serpêhatiya Ahmet Ustun vegot. Ocak wiha got: “Ahmet Ustun hîna 25 salî bû û li Cizîrê dijiya. Di şeveke nîsana sala 1994’an saet derdora 23.00’an de, kesên bi çek bi sê wesayîtan hatin mala Ustun a li Taxa Cûdî. Bi hinceta ‘îfadeyê’ birin. Rojek piştre bavê Ustun aqûbeta kurê xwe ji tabûrê pirsî. Rayedaran got ku; ‘Îfadeya wî hatiye girtin û sewqî dadgehê hatiye kirin.’ Rojek piştre jî bav Ustun diçe cem dozger. Li wir jî gotin ku ‘kurê te hatiye berdan û li malê li bendê bimîne.’ Lê Ahmet Ustun careke din venegeriya.”

‘Min şahidiya wê wehşetê kir’

Di berdewamê de jî Ocak ev tişt anî ziman: “Bav Memet Ustun ji bo ku xwe bigihîne kurê xwe, xwe gihand kesekê bi JÎTEM’ê re li herêmê dixebite. Pere dan vî kesî. 10 roj piştre jî ev kes dibêje; ‘Ahmet 3 rojan di bin çavan de ma û piştre hate kuştin.’ Xezûrê Ahmet Ustun jî xwe digihîne endamê JÎTEM’ê Abdulhakîm Guven ku di ekîba karê binçavkirinê de cih digire. Guven jî dibêje; ‘Hêviya xwe ji Ahmet bibirin. Li benda wî nemînin.’ Şahidê bi navê A.P. jî dibêje; ‘Min Ustun li Fermandariya Leşkerî ya Cizîrê di îşkenceyê de dît. Bi dehan caran dema ku dibirin îşkenceyê, min navê wî bihîst. Min şahidiya wê wehşetê kir.’ Malbata Ustun, bi rêya parêzerê xwe Tahîr Elçî di sala 2000’an de careke din serî li dozgeriyê dan û di çarçoveya doza JÎTEM’ê de îfade da. Heta îro darizandineke ku rastiyê derxe holê û faîlan ceza bike, pêk nehatiye. 25 salin daxwaza dayika Fadîle Ustun nayê bersivandin. Em îxbara sûs a kuştina Ahmet Ustun a di bin çavan de dikin. Em bang li dozgeran dikin ku peywirên xwe yên qanûnî bi cih bînin.”

Pişt re jî kekê Husamettîn Yaman, Feyyaz Yaman û kurê Huseyîn Taşkaya ku di sala 1993’yan de li Rihayê hate windakirin Şerîf Taşkaya axivîn. Axaftvanan got ku ew dîsa ji bo lêgerina maf û edaletê li hev kom bûne.

Di hefteya 541’emîn de jî çalakî pêk anîn

Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan ên Amedê jî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 541’emîn de çalakiya xwe li dar xist. Di çalakiyê de hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan amade bûn. Xizmên Windayan dîsa wêneyên windayan hembêz kirin û pankarta ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ vekirin.

Kursen ji hêla endamên hîzbûlkontrayê ve hate revandin

Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Aslan Acar bertek nîşanî qedexekirina Parka Koşuyolu da û got ku nikarin li pişt dîwaran rastiyê veşêrin. Selçuk Mizrakli jî diyar kir ku 541 heftiye ji bo rastî ronî bibe li ber xwe didin û dê heta dawiyê li pey edaletê bin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin jî piştre çîroka Zeynel Kursen ê di 24’ê adara 1994’an de hatiye windakirin xwend. Yalçin got ku Kursen dema ji nexweşxaneya dewletê derket, ji aliyê kesên çekdar ve bi zorê hatiye revandin û windakirin. Yalçin daxuyand ku piştre fêr bûne ku Kursen ji aliyê endamên Hizbullahê ve hatiye revandin û hemû hewldanên malbatê bê encam maye û heta niha tu agahî jê negirtine. Çalakî bi runiştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

Çalakiya li Êlihê

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî bi heman boneyê di hefteya 447’an de li avahiya ÎHD’ê kom bûn. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), parazvanên mafên mirovan û Xizmên Windayan di çalakiyê de amade bûn. Di çalakiyê de rêvebera ÎHD’ê ya Êlihê Gulbahar Kaya daxuyanî xwend. Kaya diyar kir ku 42 hefte ye destûr nadin ku li Kolana Gulistanê daxuyanî bidin. Kaya piştre jî aqûbeta serok û sekreterê HADEP’ê yên Silopiyayê Serdar Taniş û Ebûbekîr Denîz ên di 25’ê çileya 2001’an de dema çûn qereqola cendirmeyan û carek din venegeriyayîn xwend.

Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar