Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bila zanibin em ê dest ji lêgerîna edaletê bernedin’

Çalakiya xizmên windayan û Dayikên Şemiyê ku her hefte ji bo dîtna windayan pêk tînin, vê heftê jî pêk hat.

Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’di hefteya 608’emîn de bi weşandina vîdeoyekê li dar xistin. Sekretera ÎHD’ê Yuksel Aslan Acer, çîroka windakirina Alî Îhsan Dagli yê li gundê Eşme ya navçeya Farqînê ya Amedê hat binçavkirin, di bin çavan de wêneyê wî hat kişandin û dûre hatibû windakirin xwend.

‘Birin qereqolê’

Acer wiha qala aqûbeta Dagli kir: “Alî Îhsan Dagli di 14’ê Nîsana 1995’an de, di pevçûnekê de bi 7 mîlîtanên rêxistinê re tê binçavkirin. Keyayê gund Mehmet Şîrîn Kiliç dibe şahid ku Dagli ji gund dibin û ji destê xwe yê çêpê hatibû birîndarkirin. Li gorî vegotinên keyayê gund; Dagli ewil dibin gundê Hişkamergê. Nîv saetê li vê derê radiwestînin. Dûre li helîkopterê siwar dikin û dibin Qereqola Leşkerî ya Farqînê. Keyayê ku dibe şahidê bûyerê tê binçavkirin û rojek  şûnde tê berdan. Lê careke din bi tu awayî agahî ji Dagli nayê girtin.”

‘Bi wêneyan hat belgekirin’

Acer da zanîn ku piştî Dagli tê binçavkirin, malbata wî serî li saziyên fermî didin û wiha got: “Lê malbata bi tu awayî encamekê nagire. Dûre bavê Dagli Mehmet Dagli di 24’ê Nîsana 1995’an de serî li dozgerê DGM’ê dide. Piştre ji malbatê re tê gotin ku kesekê bi navê Alî Îhsan Dagli rast e hatiye  binçavkirin. Dîsa li gorî nûçeya Rojnameya Evrenselê ya di 11’ê Cotmeha 1995’an, ji ber ku malbat serî li ÎHD’ê dide, leşker bi ser gund de digirin û malbatê derp dikin. Di Rojnameya Evrenselê de wêneyê Dagli yê di bin çavan de hatibû kişandin tê dayîn. Di wêne de jî, xuya dike ku destê Dagli yê çepekê hatiye pêçandan. Malbata Dagli ji bilî vî wêneyê wî, tu agahiyên şênber jê nagirin.”

Her wiha Acer dest nîşan kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber windakirina Alî Îhsan Dagli Tirkiye mehkûm kir.

Çalakiya Dayikên Şemiyê

Dayikên Şemiyê jî bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û kiryar werin darizandin di hefteya 810’emîn de çalakiya xwe li dar xistin. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî li ser medya civakî pêk hat.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê xwestin kujerên Midurê Nifûsê yê Navçeya Altindaga Enqereyê Abdulmecît Baskin ê di 2’yê Cotmeha 1993’yan de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û cenazeyê wî di 4’ê mijdara 1993’yan de hat dîtin derxin pêşberî darazê.

‘Şerê min didome’

Di daxuyaniyê de ewilî kurê Baskin, Eren Baskin axivî û got: “Dema bavê min hat qetilkirin ez 4 salî bûm. Min di emrek biçûk de dest bi têkoşîna lêgerîna maf kir. Min pir zû mirin, kuştin, Mehmet Agar, Tansû Çîller û yên wek wan nas kir. Hûn nikarin texmîna bandora vê yekê ya li ser zarokên wek min bikin. Dosyeya bavê min bi salan di wan refên bi toz de hat sekinandin. 4 roj beriya dembihûrîna 20 salan biqede doz hat vekirin. Tevî van hemû rastiyan jî Mehemt Agar û yên wek wî bersûc bûn bi biryarên beratê hatin xelatkirin. Lê dixwazim têbinî derbasî dîrokê bikim. Her çiqas bi ser qetilkirina bavê min re 27 sal derbas bûbe jî lê wê şerê min ê li dijî zîhniyeta hiqûqê nas nake bi hêzdarê bidome. Bila deynê stûyê me be ku em nehêlin zarokek din bê dayik û bê bav mezin nebe.”

‘Em ê dest ji edaletê bernedin’

Keça Baskin, Melek Baskin jî destnîşan kir ku 27 sal in ji bo kujer werin girtin û darizandin ew di nava hewldanan de ne û ev tişt anî ziman: “Tevî van hewldanên me jî kujer nehatin girtin. Yên ku dixwazin dîwarê neçareseriyê li derdora me çêdikin bila vê ya bizanibin; em ê qet û qet dest ji daxwaza ku kiryar werin darizandin bernedin. Daxwaza me ew e ku kiryar li gorî heqaniyetê werin darizandin. Em zarokên windayan, qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye. Em dixwazin êdî bila ew li pêşberî hiqûqê jî werin mehkûmkirin. Bila kes ji bîr neke em ê dest ji lêgerîna windayan xwe bernedin.”

Pişt re parêzerê malbata Baskin, Sertaç Ekîncî û anî ziman ku têkildarî binçavkirin, qetilkirin û windakirina Baskin delîlên pir cidî tune hatine hesabandin û got ku ev doz yek ji dozên herî girîng e.

‘Dewlet berpirsyar e’

Daxuyaniya vê hefteyê Leyla Yildirim a keça Adnan Yildirim ê di 1994’an de li Yeşîlkoya Stenbolê hat revandin û piştî du rojan cenazeyê wî hat dîtin xwend. Yildirim destnîşan kir ku tenê ne kujer di heman demê de ji îşkence, kuştin, revandin û windakirinan dewlet berpirsiyar e û diyar kir ku çend sal derbas dibin bila derbas bibin dê ji bo Abdulmecît Baskin û windayan hemû dest ji lêgerîn û xwesteka edaletê bernedin. AMED – STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar