Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, li Amedê bi beşdariya Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar û nûnerên partiyên kurd û rêxistinên sivîl ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Di axaftinan nûneran de peyama "roj roja xwedî derketina zimanê kurdî ye" derket pêş

Navenda Nûçeyan

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî ku di mijara ziman de xebatan dimeşînin, li oteleke navçeya Sûrê ya Amedê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê bi civîneke çapemeniyê kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Hevserokên giştî yên HDP û BDP’ê jî di nav de serokên giştî yên partiyên siyasî yên kurd, rêveberên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîjkên Amedê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek zimanzan û rewşenbîrên kurd tevlî civînê bûn.

Di civînê de destpêkê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî axivî. Cizîrê bal kişand zextên ku li ser kurdî tên birêvebirin û têkildarî kampanyaya ku dan destpêkirin agahî dan. Cizîrî pişt re mafê axaftinê da hevserok û serokên giştî yên partiyên siyasî.

Destpêkê HDP’ê Mîthat Sancar axivî. Metna daxuyaniya ji aliyê Sancar ve hat xwendin wiha ye:

“Hûn hemû bi xêr û xweşî hatine, ser seran, ser çavan re hatine.  Ez her kesê ku ji bo zimanê xwe têkoşîn dike, bi dil û can pîroz dikim, silav dikim. Bi vê munasebetê jî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya hemû gelan, hemû zimanan pîroz dikim.

Zimanê dayikê, mefhûmeke wisa ye ku dikare bibe esasê gelek tiştan. Ji bo wê jî ziman bi nasnameyê re, bi hebûnê re bi xwebûnê re tê eleqedarkirin. Wek meseleyeke bingehîn e. Dikare bibe bingeha gelek tiştan. Ji bo wê em dibêjin zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye. Fîlozofekî mezin dibêje “zimanê dayikê ji kitabên gramerê û ji ferhengan nayê elimandin, zimanê dayikê her tim û dawiya dawî ji gotinên mirovan tê elimandin.”

Nêzikbûna dewletê ya li henber kurdan û kurdî yek e

Wekî hûn dizanin, ez ereb im, ez bi xwe zimanê xwe ji kolanan û ji nav malê elimîm. Ez kurdî jî ji kolanan elimîm.  Gelên din jî, ereb, suryan, laz, çerkez jî zimanê xwe ji mekteban, zanîngehan naelimin. Yanî dewlet çawa nêzikî kurdan dibe, wisa nêzikî zimanê wan jî dibe. Polîtîkayeke yekpare dimeşîne.

Mirov zimanê dayikê ji gotinan dielime, lê lazim e ew ziman di qanûna esasî de bê naskirin û qebûlkirin. Zimanê ku wek fermî neyê naskirin, ew ziman nikare xwe biparêze. Ev rastiyek e. Kurd zimanê xwe ji kitabên gramerê naelimin, ji gotinan, ji bav û kalên xwe dielimin, lê mixabin îro talûkeyeke mezin li ser zimanê wan heye. Ne tenê li ser kurdî, li ser gelek zimanan heye. Polîtîkayên asîmîlasyonê ev welat kiriye wek goristaneke zimanan.

Bila kurdî di qanûna bingehîn de were qebûlkirin

Ji ber polîtîkayên çandkujî û zimankujiyê mixabin ji bo zarokan transfera zimanî gelek zeîf bûye. Ji bo wê jî gerek temînata qanûnî ji bo zimanan hebe. Gerek zimanê kurdî di qanûna bingehîn de bê qebûlkirin. Gerek hemû qedexe, astengî û bendên li ber kurdî bên rakirin. Gerek zarokên kurd zimanê xwe ji mekteban, ji zanîngehan jî bielimin. Ev mafekî esas e, mafekî mirovî ye, mafekî gerdûnî ye.

Belê me gotibû zimanê dayikê ji bo mirovan ne tenê zimanek e. Ew ziman hem nasnameya hem  jî hebûn e. Zimanê mirov tesîreke mezin li ser fikra mirov dike. Zimanê mirov parçeyekî tabîî yê mirovan e. Ji bo wê dibêjin “zimanê dayikê wekî çermê mirov e, zimanên din jî wekî cilûbergê mirov e”. Loma jî jiyan û fikra mirov di nav zimanê mirov de ava dibe.

Perweda bi zimanê zikmakî maf e

Di sala 1952’yan de gelê Bengalê xwestin ku zimanê wan bê naskirin.  Ji bo azadiya zimanê xwe, derketin kuçe û kolanan dengê xwe bilindkirin. Lê ev daxwaza wan a însanî, qanûnî û heq nehat qebûlkirin. Êriş û zilmeke mezin li wan hat kirin, gelek kes hatin kuştin. Di sala 1999’an de UNESCO’yê ev berxwedan û têkoşîna gelê Bengalê esas girt û ew roj wek Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê qebûl kir. Ev biryara UNESCO’yê dibêje ku mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe. Gelek qanûnên navneteweyî dibêjin ku gerek zimanê dayikê bê parastin.

Li cihekî qedexe hebe, li wê derê berxwedan jî heye. Li cihekî astengî hebe, li wê derê têkoşîn jî heye. Ji bo wê ez xîreta we, xebata we û têkoşîna we ya ji bo zimanê dayikê pîroz dikim, silav dikim. Daxwazên we, daxwazên me ne jî. Em jî dibêjin zimanê kurdî nas bikin, perwerdehiya bi zimanê dayikê qebûl bikin. Em jî dibêjin bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Zarokên kurdan bê zimanê wan ê dayikê nehêlin.

HDP ji bo kurdî amade ye

Zimanê Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî, Ehmedê Xasê, Siyahpûş û Mestûre Xanimê emanetî me ye. Qelema Celadet Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mehmed Uzun, Arjen Arî li erdê neketiye. Têkoşîna wan a ji bo zimanê kurdî, îro jî dewam dike. HDP jî ji bo kurdî amade ye. Me jî dest bi perwerdehiya kurdî kir. Mesûliyetên me gelek in. Em ê bi hev re bi ser bikevin. Spas û serkeftin.”

Osman Ozçelîk: Kurdî tune tê hesibandin

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Osman Ozçelîk jî di civînê de axivî. Ozçelîk, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nêzikbûna dewletê ya li hemberî kurdî û diyar kir ku zimanê kurdî qedexe ye û tune tê hesibandin û wiha got: “Li parlamentoyê zimanê kurdî weke zimanê nayê zanîn tê hesibandin. Êrişî kurdî û perwerdehiya kurdî dikin.”

Ozçelîk, destnîşan kir ku kampanya didin destpêkirin girîng e û ev tişt got: “Gava me gaveke girîng e. Kîjan hêl, ol, partî, jin, mêr dibe bila bibe divê em bikin ku kampanya me bibe kampanya milyonan. Em ne di şertên wekehev de kampanyayê didomînin.Em û aliyên dewletê ne wek hev in. Bi piştgiriya hev em dikarin dengê xwe bigihînin cîhanê.”

Ozçelîk bal kişand ser xwedî derketina ziman û ev tişt anîn ziman: “Divê em li deriyên kurdan bidin. Divê em zimanê kurdî bikin zimanê jiyana rojane û zimanê esasî. Bi esasbûna zimanê kurdî kampanya dikare wateya xwe bibîne.”

Salîha Aydenîz bi kirmanckî daxuyanî da

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî bi zaravaya kirmanckî  axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û çanda kurdî. Aydenîz banga xwedî derketina zimanê kurdî kir û xwest her kes piştevaniyê kampanyayê bike.

Bozyel: Hêza herî mezin ziman e

Alîkarê Serokê Partiya Sosyalîstên Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî diyar kir ku ziman hêza herî mezin û xurt a kurdan e û wiha got: “Ziman hêzeke rewa, demokratîk û meşrû mirovî ye. Wezîfeya me ye em dewlemendiya zimanê xwe bigihînin nifşên nû. Tu kes hêz, dewlet û artêş nikare pêşiya ziman bigire. Zimanê kurdî zimanê 50 milyon kurd ê qedîme.”

Bozyel got weke partiyên siyasî dibe ku ew di gelek mijaran cuda bifikirin lê ziman dikare wan bîne cem hev û wiha pêde çû: “Divê em pir girîngiyê bidin kampanyayê û bi demê sînor nekin. Xebata ji bo ziman ji xebata azadî û demokrasiye ne cudatir e. Em kampanya bikin kampanya neteweyî. Wê ev xebat bandorê li beşên din ên Kurdistanê jî bike. Divê beşên din jî vê bikin rojeva xwe û piştgiriya kampnayayê bikin. Heta ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerrdeyê divê em xebatên xwe yên ji bo ziman bidomînin.

Serokê Partiya Azadiyê Ayettûllah Aştî jî destnîşan kir ku di qûranê de pîroziya zimanê zikmakî heye û têkildarî xemsariya oldaran a ji bo zimanê zikmakî ev tişt gotin: “Ola îslamê ji bo perwerdekirinê ye. Li ser navê îslamê heqerat tê kirin. Neqebûlkirin û qedexeya zimanê kurdî zilm e. Nûnerên olî divê vê bibînin û bînin ziman.”

Ji Platforma Demokratên Kurd- Bakur (PDK-B) Sertaç Bûcak jî diyar kir ku piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê hatiye xwestin zimanê kurdî bi siyaset û pişaftinê bê kuştin û nêrînên xwe yên ji bo kampanyayê wiha anîn ziman: “Kampanya kampanyayeke mezin e. Em hêvî dikin ku ev a gava girîng bibe gaveke mezin û sedema tifaqa neteweyî.”

Serokê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç jî da zanîn ku pişaftina li ser zimanê kurdî ji her demê zêdetir bûye û wiha got: “Ziman hêlîna hebûne ye. Heke zimanê neteweyekê ji holê rabe ew netewe jî ji holê radibe. Xebata li ser ziman pir pîroz e. Parastina ziman, parastina nasnameya neteweyî û çandî ye jî. Em ji bo perwerdeya zimanê kurdî destûr naxwazin. Divê qedexeyên li ser ziman ên ji aliyê dewletê ve bên rakirin.”

Serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî di destpêka axaftina xwe de spasiya kedkarên zimanê kurdî kir û têkildarî kampanyayê ev tişt anîn ziman: “Gelek girîng e ku li bakurê Kurdistanê xebata parastina zimanê kurdî tê destpêkirin. Yekitiya li ser ziman havevyna yekitiya Kurdistanê ye. Em vî çavî li mijarê dinerin. Dewleta dagirker ji bo kurd ji holê rake şer û jenosîdê pêk tîne û pişaftina ziman û çandê dike. Divê em bi milyonan zextê li dewleta tirk bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar