Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bîlanço giran dibe: Nêzî 150 hezar kes bi şewba koronayê mirin

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) her ku diçe li cîhanê belavtir dibe. Bi vê ve girêdayî encamên wê jî roj bi roj girantir dibin. Li temamiya cîhanê zêdetirî 2 milyon û 200 hezar kes bi şewba Covîd-19 ketine û herî kêm 147 hezar û 700 kes jî pê mirine.

Şewba vîrûsa koronayê heta niha li 139 welat û herêman belav bûye. Herî zêde li Amerîkayê kes bi vîrûsê ketine û jiyana xwe ji dest dane. Li pey DYA’yê jî welatên Îtalya û Spanya tên. Li tevahî cîhanê derdora 557 hezar kesên bi şewbê ketin, baş bûne û milyonek û 500 hezar kes jî tên dermankirin. Ji bo parastina ji vîrûsa koronayê heta niha 4 milyar û 500 milyon kes di malên xwe de ne.

Li gorî daneyên fermî, li çend welatan bîlançoya şewba koronayê wiha ye:

TIRKIYE

* Li gorî rayedarên dewleta tirk heta niha hezar û 643 kes bi vîrûsê mirine û 74 hezar û 193 kes jî bi şewbê ketine.

* Bi qanûna înfazê ya nû re li Tirkiyeyê gelemperiya çete, diz, tecawizkar û mafya hatin berdan lê girtiyên siyasî nehatin berdan. Girtiyê bi navê Mahmût Temel ku li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimîne û du caran ji spazma dil hatiye dermankirin diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê tu tevdîr nehatine girtin.

DYA

* Heta niha 678 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 36 hezar û 640 kes pê mirine.

SPANYA

* Heta niha 185 hezar kes bi şewbê ketine û 19 hezar û 315 kes jî pê mirine.

ÎTALYA

* Li welat heta niha 168 hezar û 941 kes bi şewbê ketine û ji van 22 hezar û 170 kes mirin û 106 hezar kes jî tên dermankirin.

FRANSA

* Zêdetirî 165 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 17 hezar û 920 kes pê mirine.

INGILISTAN

* Li welat zêdetirî 103 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 13 hezar û 700 kes pê mirine

ALMANYA

* Heta niha 138 hezar û 200 kes bi şewbê ketine û ji van 4 hezar û 101 kes pê mirine.

BELÇÎKA

* Li welat 36 hezar û 138 kes bi şewbê ketine û ji van 5 hezar û 165 kes jî pê mirine.

HOLLANDA

* Heta niha 30 hezar û 449 kes bi şewbê ketine û ji van 3 hezar û 459 kes pê mirin û 26 hezar jî tên dermankirin.

SWÎSRE

* Li welat zêdetirî 27 hezar kes bi şewbê ketîne û ji van hezar û 288 kes jî jê mirine.

ÎRAN

* Heta niha 79 hezar û 494 kes bi şewbê ketine û ji van 4 hezar û 958 kes jî jê mirine.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar