Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bîlanço giran dibe: Zêdetirî 60 hezar kes bi vîrûsa koronayê mirin

Navenda Nûçeyan |

Bîlançoya şewba vîrûsa koronayê li temamiya cîhanê her ku diçe girantir dibe. Vîrûs roj bi roj li cîhanê belav dibe û hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest didin jî zêdetir dibe.

TIRKIYE

Dewleta tirk diyar kir ku hejmara nexweşên koronavîrusê bûye 20 hezar û 921 kes û heta niha 425 kes jî pê mirine. Tê diyarkirin ku daneyên desthilatdariya AKP- MHP’ê rast nînin û hejmara mirî û kesên bi şewbê ketin zêdetir e. Li Tirkiyeyê li 30 bajarên mezin û Zonguldakê çûn û hatina bajaran hatiye qedexekirin. Di heman demê de kesên ne 20 salî bin jî derketina wan a derve hatiye qedexekirin. Li Amedê li navendeke tenduristiyê 2 xebatkarên tenduristiyê bi vîrusê ketine.

Li Erxeniya Amedê jî ji ber ku testa nexweşekî 86 salî pozîtîf derket, taxa Hesrînê xistin karantînayê. Desthilatdariya AKP û MHP’ê qanûna înfazê li meclisê da qebûlkirin. Girtiyên siyasî derveyî vê qanûnê hatin hiştin.

DYA

Li DYA hejmara nexweşan 277 hezar derbas kir û 7 hezar û 400 kes jî mirin. 257 hezar kes jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.

ÎTALYA

Li Îtalyaya ku herî zêde mirin lê çêdibe, hejmara kesên bi vîrûsê ketîn gihişte 120 hezaran û nêzî 15 hezar kes jî ji ber şewbê mirine.

SPANYA

Li Spanyayê di nava 24 seatan de 809 kes ji ber vîrûsa koronayê mirin. Li welat bi giştî hejmara kesên bi vîrûsê ketîn 124 hezar derbas kir û nêzî 11 hezar û 700 kes jî pê mirine.

ALMANYA

Li Almanyayê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketîn 91 hezar derbas kir û heta niha hezar û 275 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

FRANSA

Li Fransayê 64 hezar kes bi nexweşiya vîrûsa koronayê ketin. ji 6 hezar û 500 kesan zêdetir jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 14 hezar kes baş bûne û zêdetirî 43 hezar kes jî tên dermankirin.

INGILISTAN

Li Ingilistanê hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin bû 38 hezar û hejmara miriyan jî derket 3 hezar û 600 kesan. 34 hezar kes jî tên dermankirin. Li Ingilistan û Gallerê  4 hezar mehkumên li girtîgehan dibe ku di demek nêz de werin berdan. Lê belê kesên sûcê tundî û cinsî kirin û hatine hikûmkirin zû nayên berdan.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê jî hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketîn 17 hezar in û ji hezar û 140 kesan zêdetir jî jiyana xwe ji dest dane. Nêzî 13 hezar kes tên dermankirin.

HOLLANDA

Li Hollandayê hejmara kesên bi vîrusê ketîn 15 hezar û 700 kes derbas kir û hezar û 487 kes jî mirine. Li nexweşxaneyan nêzî 14 hezar kes tên dermankirin.

SWÎSRE

Li Swîsreyê ji 19 hezar kesan zêdetir bi vîrûsa koronayê ketine û ji van 591 kesan jiyana xwe ji dest dane.

ÎRAN

Li Îranê 53 hezar nexweşên vîrûsa koronayê ketine. Heta niha nêzî 3 hezar û 300 kes mirî hene. 32 hezar kes li nexweşxaneyan tên dermankirin û ji 4 hezar kesan zêdetir jî rewşa wan girane.

KUWEYT Û GURCISTAN

Li Kuweytê cara yekemîn kesekê bi vîrûsa koronayê mirî hate tespîtkirin. Wezareta tenduristiyê diyar kir ku di nava 24 seatên dawî de 62 kesên din hatine tesbîtkirin ku bi vîrûsê ketine. Li welat hejmara kesên bi vîrûsê ketîn gihişte 479 kesan. Li Gurcistanê jî heta niha 157 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Bijîşkên Guristanê diyar kir ku ji van kesan jineka 79 salî jiyana xwe ji dest da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar