Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bîlançoya Covîd-19’ê giran dibe: Hejmara miriyan 32 hezar derbas kir

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) her ku diçe bêhtir li cîhanê belav dibe. Roj bi roj hejmara kesên bi vê şewbê dikevin zêde dibe û li hêla din jî hejmara qurbaniyên wê jî 32 hezar kes derbas kir.

TIRKIYE

Rayedarên dewleta tirk dibêjin ku heta niha li Tirkiyeyê 7 hezar û 402 kes bi şewba koronayê ketine û ji van tenê 108 kes jê mirî ne. Lê rêxistinên tenduristiyê jî diyar dikin ku hejmara nexweş û miriyan zêdetir e.

GIRTÎGEH

Li girtîgehan jî rîska vîrûsa koronayê her ku diçe zêdetir dibe. Desthilatdarî tu tevdîran nagire û di rêziknameya nû de jî girtiyên siyasî veder dike. MED TUHAD-FED’ê diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê rêveberiya girtîgehê gefa; ‘Heke hûn li gorî qaîdeyan tevnegerin, em ê ji nav kesên sûcên edlî kirine, kesekî bi vîrûsê ketî bînin nav we’ li girtiyan xwar.

DYA

Li DYA’yê hejmara nexweşan 120 hezar derbas kir. Li welat herî kêm 2 hezar û 200 kes jî mirin û 100 hezar kes jî tên dermankirin. Li Newyorkê 500 polîs jî bi vîrûsê ketine û du polîs jî mirin.

ÎTALYA

Li Îtalyayê hejmara nexweşan 92 hezar derbas kir. Li welat herî kêm 10 hezar kes mirin û 70 hezar kes jî derman dibin. Li Lombardiyayê di 24 saetên dawîn de 542 kes bi koronayê mirin.

SPANYA

Di 24 saetên dawîn de ji ber vîrûsa koronayê 838 kes mirin. Hejmara nexweşan jî bûye 78 hezar û 797.

FRANSA

Li Fransayê hejmara nexweşan 37 hezar derbas kir. Li Fransayê 2 hezar û 300 kes ji ber vîrîsa koronayê mirin. Li Fransayê 20 parlamenter û 3 wezîr jî bi vîrûsa koronayê ketin û tê diyarkirin ku rewşa wan baş e.

INGILISTAN

Li Ingilistanê hejmara nexweşan 17 hezar derbas kir û herî kêm hezar kes bi vê şewbê mirin. Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson jî bi vîrûsa koronayê ketibû û niha di karantînayê de ye.

ALMANYA

Li Almanyayê hejmara nexweşan bû 60 hezar û 455 kes jî bi ve şewbê mirin.

HOLLANDA

Li Hollandayê hejmara nexweşên bi vîrusê ketin nêzî 11 hezar kesan e. 771 kes jî ji ber vê şewbê jiyana xwe ji dest dan.

BELÇÎKA

Li welat ji hezar û 700 kesan zêdetir nexweşên nû yên bi vîrûsa koronayê ketîn hate tespîtkirin. Hejmara kesên bi vîrûsê ketîn bû nêzî 11 hezar. Heta niha 431 kes jî ji ber vê şewbê jiyana xwe ji dest dan.

SWÎSRE

Li Swîsreyê 276 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin û hejmara nexweşên bi vîrûsê ketin bû 14 hezar û 350. Li welat hejmara miriyan ji 280 kesan zêdetire.

SWÊD

Li Swêdê heta niha 3 hezar û 700 kes bi vîrûsa koronayê ketine. Her wiha 110 kes ji ber vîrûsê mirin. Niha ji 3 hezar û 500 kesan zêdetir ji ber vîrûsê tên dermankirin.

KOREYA BAŞÛR

Li Koreya Başûr 9 hezar û 583 kes bi vîrûsê ketin û 152 kesan jiyana xwe ji dest dane.

ÎRAN

Di nava 24 seatan de 2 hezar û 901 kes bi vîrûsa koronayê ketin. Ji van 123 kesan jî jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî 38 hezar û 309 kes bi koronayê ketine û 2 hezar û 640 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Herî kêm 23 hezar kes jî tên dermankirin.

ENDONEZYA

Li Endonezyayê hezar û 285 kes bi vîrûsê ketine û 114 kes jî pê mirine.

ÇÎN

Ji dema vîrûsa koronayê derketî heta niha li Çînê ji 81 hezar û 400 kesan zêdetir kes bi vîrûsê ketine. Ji van 3 hezar û 300 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Çînê hişyarî dan ku dibe ku pêleke din a şewba vîrûsa koronayê derkeve. Berdevkê Komîsyona Tenduristiyê yê Neteweyî Mi Ferg got ku li Çînê di nava kesên ku ji derveyî welat hatine 693 nexweşên vîrûsa koronayê hatine dîtin û dibe ku ev rê li ber pêla duyemîn veke.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar