Di 6’ê sibatê de 2 erdejên bi pileya 7.6 û 7.7 li Bazarcixa Mereşê ya bakurê Kurdistanê ku navenda erdhejê bû pêkhat. Erdhejê bandora xwe li gelek bajarên bakurê Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir.
Saziya dewleta tirk AFAD’ê têkildarî hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêjmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 38 hezar û 44 kesan.
Her wiha heman daxuyaniyê de hate aşkerekirin ku piştî erdheja bi 7.7 pileyî ya li navçeya Bazarcix a Mereşê û bi 7.6 pileyî ya li navenda Elbistanê, 4 hezar û 734 erdhejên biçûk qewimîn.