Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bîlançoya êrîşan a 24 seatan ji aliyê HSD’ê ve hat aşkera kir

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk di nava 24 saetan de 6 caran bi balafirên şer û 590 caran jî bi topan êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên dewleta tirk ên di şeva 19’ê mijdarê de daxuyaniyek weşand û bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir. HSD’ê diyar kir ku êrişên hewayî ev 3 roj in didomin û wiha got: “Di heman demê de bi topan û rokêtavêjan êrişî herêmê dikin. Di van êrişan de febrîqeyan, avahiyên stratejîk, nexweşxane, bîrên petrolê û milkê welatiyan hedef digirin.”
Li gorî daxuyaniya HSD’ê bîlanço wiha ye: 
“Hejmara êrîşên bi balafirên şer: 6
Hejmara êrişên bi balafirên bê mirov: 6
Hejmara êrişên bi çekên giran, tank û moşekan: 82
Hejmara topên li herêmê ketine: 590
Hejmara cih û deverên hatine hedefgirtin : 45. Di nav de nexweşxane, îstasyonên sotemeniyê û bîrên petrolê jî hene.
Hejmara bikaranîna çekên kîmyewî li dijî herêmê : 1. Dewleta tirk gundê Tatmeraş ê li başûrê Efrînê topbaran kir.
Herêma Şehbayê 
Hejmara topbarana bi tank û topavêjan: 43. Tê de zêdetirî 36 gund û cih hatin hedefgirtin.
Hejmara topên li herêmê ketine: 570.
Herêmên ku bi çekên giran û moşekan hatine hedefgirtin wiha ne; Şêx Îsa, Zîwan, Herbil, rêya Ehrezê, Til Medîq, Minix, Bêlûniyê, Bendava Şehbayê, Til Çîçan, Til Enab, Wehşiyê, Kefer Naya, Semuqa û balafirgeha Minbixê.
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane: 2 endamên hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Hejmara birîndaran: 2 endamên hêzên hikûmeta Şamê.
Kobanê û gundewarên wê 
Hejmara êrişên bi balafirên şer: 1. Li dijî navenda Kobanê.
Hejmara hedefgirtina bejahî: 9.
Herêmên hatine topbarankirin: Sêlim, Kul Tepe, Siftik, Qeremox, Navenda Tenduristiyê ya Qeremoxê, Zormixar, Cargelî û Dibistana Goran.
Başûrê Efrînê 
Hejmara topbaranê: 16.
Hejmara topan: 20.
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane: Endamekî hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da.
Gundên hatine topbarankirin: Bênê-Ibîn, Miyase, herêma di navbera gundên Birc Qasê û Miyase, derdora baregeha Îranê li gundê Bênê, Îrşadiyê, Elqemiyê, Malikiyê, Şewarxe, Merenaz, stasyona sotemeniyê ya Elqemiyê.
Minbic û gundewarên wê
Hejmara êrişan: 2.
Gundên hatine topbarankirin; Mehsenlî, Hûşeriyê. Balafirên bê mirov li asîmanê rojhilat, rojava û bakurê Minbicê geriyan.
Hesekê û gundewarên wê
Hejmara êrişên bi balafirên bê mirov: 3. Yek li dijî baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî û 2 jî li dijî gundê Oceyê hatin kirin.
Hejmara topbarana bi topavêj, tank û moşekan: 2.
Herêmên hatine hedefgirtin: Baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî, gundewarên Til Temir, Zirgan û Um El Xêr.
Hejmara şehîdan: 2 şervanên YAT’ê.
Hejmara birîndaran: 3 şervanên YAT’ê.
Qamişlo û gundewarên wê
Hejmara êrişên bi balefirên bê mirov: 2. Yek li dijî zeviya petrolê yê bi navê Ewde, ya din li nêzî gundê Lîlan ê li başûrê rojavayê Tirbespiyê.
Hejmara hedefgirtinan: 10
Hejmara birîndaran: Endamekî hêzên hikûmeta Şamê bi sekvaniyê li nêzî deriyê sînor ê Nisêbînê bi Qamişlo re, jiyana xwe ji dest da.
Herêm û gundên hatine hedefgirtin: Til Zîwan, Gir Dahol, Tokî, Til Kêf, çerxerêya Elî Fero, Rotan û Girkê Şamo.
Dêrazor
Hejmara êrişên bi balafirên şer: 5. Tê de gundê Mekmen ê tenê bi 70 kîlometreyan ji sînor dûr e, hat hedefgirtin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar