Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bîlançoya karesata li Rojhilat û Îranê giran dibe

Bîlançoya karesata lehiyê ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê her ku diçe girantir dibe. Li gorî çavkaniyên herêmî, bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha wezîrê karên hundir jî da zanîn ku ji ber lehiyê zêdetirî 2.25 milyar euro xisar çêbûye

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber barîna barana zêde, li gelek bajar, navçe, bajarok û gundan lehî rabûn. Ji ber lehiyan rêyên di navbera jîngehan de qut bûn, pir hilweşiyan, bi sedan avahî rûxiyan û di bin avê de man û bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest da. Tevî vê karesata mezin jî, rejîma Îranê hewl dide ku encamên binûxume.

Rayedarên Îranê îdia dikin ku ji karesata li Rojhilat û Îranê heta niha 76 welatiyan jiyana xwe ji dest daye. Lê çavkaniyên ji herêmê dibêjin ku ev hejmar gelek zêdetire û bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest daye û gelek kes jî winda ne. Tê gotin ku di karesatê de li Rojhilat û Îranê herî kêm 2 milyar euro zirar çêbûye.

Hejmara miriyan zêde bû

Têkildarî mijarê Enstîtuya Tipa Edlî ya Neteweyî daxuyaniyek da û da zanîn ku herî dawî li eyaleta Huzistanê 5 kesan û li Îlam a rojhilatê Kurdistanê jî kesekî jiyana xwe ji dest daye. Huzistan û Îlam du herêmên dawî ne ku lehiyê lê rabûye.

Bîlanço aşkera kir

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 19’ê adarê ve li Îranê baraneke zêde dibare. Ji ber van barînan bi sedhezaran kes hatin veguhestin. Têkildarî encamên lehiyê, Wezîrê Karên Hundir ê Îranê  Abdulreza Rahmanî Fazlî di roja yekşemê de li parlamentoyê daxuyaniyek da. Li gorî Fazlî, lehiyê bandor li 25 heta 31 eyaletan kiriye. Fazlî got ku lehiyê xisareke bi qasî 1.93 heta 2.25 milyar euro daye.

Wezîrê Ragihandin û Pêşvebirina Bajarvaniyê Mûhammed Îslamî jî destnîşan kir ku bi dirêjahiya zêdetirî 14 hezar kîlometreyan rê û 725 jî pir bi temamî hilweşiyane.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar