Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Bîlançoya meha çile ya êrişên dagirkeriyê li dijî herêma Efrîn û Şehbayê

Artêşa tirk ya dagirkrer di çileyê de deverên navçeyên Şêrawa û Şehbayê, herêma Efrîn û kantona Şehbayê bi zêdetirî 2 hezar topên hewan û obîsan, topbaran kirin. Di êrişan de 13 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn, efserekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da û zirarên madî çêbûn.

Bîlançoya meha çileyê ya êrişên dewleta tirk ya dagirker li dijî herêma Efrînê û Şehbayê hat aşkerekirin, li gorî wê:

Di 1`ê çileyê heta 31`ê heman mehê de deverên li navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê û Kantona Şehbayê de hatine hedefgirtin ev in : Bêlûniyê, Um Hoş, balafirgeha Minicê, Marenaz, Bênê, Tat Meraş, Elqemiyê, Dircimêl, Xiribkê, Malikiyê, hirşê Soxanekê, Hirbil, Semûqa, Meyase, Kilûtê, Şewarxa, Şealê, Şêx Îsa, Meydûnê, Şêx Hilal, Gundê Mezin, Xirbet Şealê, Bendava Şehbayê, devera navbera gundê Qinêtrê û Aqîbê, Eyn Deqnê, Til Qirah,  Wehşiye, Ziwan,  Til Enab, Til Cîcan, Til Madîq, Xirab Şemsê, Til Rifetê, Sewamê Şewarxa, Tinib, Xereb Baş, Im Hoş, Radar, Maliyê, Birc Qasê û Başemrê.

Deverên navborî bi 2 hezar û 527 topên tank, obîs û hewnan hatine hedefgirtin.

Di 1`ê çileya 2023`yan de di encama topbarana dewleta tirk ya dagirker li dijî gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya herêma Efrînê de 6 leşkerên hikumeta Şamê birindar bûn.

Di 2`yê çileya 2023`yan de di encama topbarana dewleta tirk ya dagirker li dijî gundê Birc Qasê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê de 3 leşkerên hikumeta Şamê birindar bûn.

Di 4`ê çileya 2023`yan de di encama topbarana dewleta tirk li dijî gundê Maliyê yê navçeya Şera ya herêma Efrînê de leşkerekî hikumeta Şamê birindar bû.

Di 6`ê çileya 2023`yan de li dijî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê balafireke bê mirov a xwekuj a dewleta tirk ya dagirker êriş pêk anî û zirarên madî çêbûn.

Di 12`ê çileya 2023`yan de li gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê, di encama topbaranê de 3 Leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn û yek jê fermandar bû bi navê Emar Tîşûrî jiyana xwe ji dest da.

Di 29`ê çileya 2023`yan de li gundê Başemrê yê navçeye Şêrawa ya herêma Efrînê mayînek rêjîma Sûriyê bi ciwanekî 14 salî de teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar