Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Salı - 1 Ekim 2024

Bîlançoya rojekê: 61 çete û leşkerên tirk hatin kuştin

HSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 61 çete û leşkerên tirk hatin kuştin û 4 seyareyên leşkerî, 3 panzêr û motorek jî hatin rûxandin. HSD’ê ragihand ku di şer de 8 şervanên wan jî şehîd bûne

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî şer û pevçûnên di 24 saetên dawî yên di navbera hêzên wan û hêzên dagirker û komên çete yên girêdayî wê de daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniya HSD’ê ev agahî hatin parvekirin:

TIL TEMIR

* Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê bi çekên giran û hejmareke zêde êrîşî gundê Mehmûdiyê kirin. Hêzên me jî di çarçoveya parastine rewa de bersiva êrîşan dan û şerên giran qewimîn. Her wiha li gundên Kenher, Hecac, Derbo û Sîbatiyayê jî hêzên me bersiva êrîşan dan û şerên giran qewimîn. Di encama şer de 57 çete hatin kuştin, 22 çete birîndar bûn, 4 seyareyên leşkerî, 3 panzer û motorek hatin rûxandin. Artêşa dagirker li ser şikestina êrîşên çeteyên xwe bi balafirên bê mirov û obusan herêm topbaran kir.

ZIRGAN

* Artêşa tirk a dagirker bi hêzeke mezin xwest êrîşî gundên Xedir Avî, Til Hirmil û herêma di navbera Xirbet Cimo û Ingel Hawa bike. Ji bo vê jî konvoyeke mezin şand vê herêmê. Hêzên me yekser bersiva van êrîşan dan û konvoya komên çete ji hev belav kirin. Çete neçar man ku seyareyên xwe bihêlin û birevin.

EYN ÎSA

* Artêşa tirk a dagirker bi sê tangan gundê Um Beramîlê topbaran kir. Hêzên me weke bersiv li Şêrgirad û Marûdayê li dijî girseya komên çete çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û seyareyek jî hate rûxandin. Artêşa dagirker li ser windahiyên xwe herêm topbaran kir.

* Bi giştî di encama bersiva hêzên me de di nava 24 saetan de 61 çete hatin kuştin, 22 çete birîndar bûn û 4 seyareyên leşkerî, 3 panzêr û motorek jî hatin rûxandin.

* Di tevahiya rojê de bi giştî 8 hevalên me şehîd bûn û 11 hevalên me jî birîndar bûn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar