Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bîlançoya rojekê ya êrîşên dagirkeriyê

Dewleta tirk duh êrîşeke berfireh a dagirkeriyê li dijî rojavayê Kurdistanê da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de bi dehan navendên sivîlan hatin hedefgirtin û gelek sivîl hatin qetilkirin. Şer û pevçûnên li ser sînorê Rojava bi hemû dijwariya xwe didomin

Hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê duh saet di 16.00’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di çarçoveya êrîşê de hêzên dagirker Serêkaniyê, Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Qamişlo,  Girê Spî, Eyn Îsa û Kobanê topbaran û bombebaran kir. Di êrîşa yekemîn a bi fuzeyan a li dijî Serêkaniyê de sivîlek şehîd bû û 2 sivîl jî birîndar bûn.

Artêşa tirk a dagirker piştre jî ji Dêrikê heta Kobanê hema hema li temamiya sînorê Rojava êrîşên xwe berfireh kirin. Di êrîşan de bi taybet jî qadên sivîlan hedef hatin girtin. Li gorî vê yekê bîlançoya êrîş, topbaran, bombebaran, şer û pevçûnan wiha ye:

Serêkaniyê

* Ji duh saet 16.00’an heta niha artêşa tirk li dijî navenda Serêkaniyê û gundên wê topbaran û bombebarana xwe didomîne.

* Êrîşa destpêkê li dijî welatiyên ku li nava zeviyên xwe bûn hate kirin. Di êrîşa destpêkê ya bi fuzeyan de sivîlek şehîd bû û 2 sivîl jî birîndar bûn. Dîmenên vê hovîtiyê li ser medyaya civakî jî hatin parvekirin

* Piştî bombebaran û topbaraneke dijwar, artêşa tirk dîwarên li ser sînor rakirin û hewl dan bi bejahiyê bikevin navçeyê. Hêzên dagirker rastî berxwedana şervanên HSD’ê hatin û derbên giran xwarin.

* Li dijî hêzên dagirker, gelê Serêkaniyê jî rahişt çekan û tev li hêzên parastinê bûn.

*Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi awayeke hemwext ketin nava liv û tevgerê. Lê li ser mudaxaleya HSD’ê ya li Serêkaniyê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û 5 jî bi saxî hatin girtin.

* Dewleta tirk bajarokê Til Helefê ku bajarekî dîrokî yê xwedî dîrokekî 3 hezar salan e., bombebaran kir. Bombebaran û topbarana li ser bajarokê didome.

Girê Spî

* Artêşa tirk ji destpêka êrîşan heta niha navenda Girê Spî û gundewarên wê bênavber topbaran û bombebaran dike.

*Di encama êrîşên dewleta tirk de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Ji van sivîlên hatine qetilkirin 2 jê ji gundê Mtekaltayê ne ku hevjîn in.

* Artêşa tirk û çeteyên wê dixwazin bi bejahiyê ve bikevin Girê Spî. Heta niha hemû hewldanên dagirkeran hatin têkbirin. Şer û pevçûnên dijwar ên li vê eniyê hê jî didomin.

Dêrik

* Ji destpêka êrîşa dagirkeriyê ve, li dijî Dêrik û gundewarên wê êrîşên dijwar dest pê kirin. Bi taybet jî ji bo dagirkirina gundê Eyn Dîwer, dewleta tirk bi awayeke hovane gund bombebaran û topbaran kir.

* Tevî êrîşên hovane jî şervanên HSD’ê bersivên tund dan û nehiştin ku komên çete û xwediyên wan bikevin gund. Şervanên ku 2 noqteyên cihê êrîşê diyar kirin, hedef girtin. Di êrîşa şervanan de 2 leşker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

*Şêniyên gund tevî hemû êrîşên hovane jî dest ji gund bernedan û hê jî li gundê xwe ne.

Qamişlo

* Dewleta tirk û çeteyên wê di serî de gundê Sêgirka yê Qamişlo bombebaran kir. Piştre jî hêza dagirker navenda Qamişlo ku zêdetirî milyoneke sivîlan lê dijîn, raste rast tobparan kir. Di êrîşê de sivîlek şehîd bû û gelek sivîl jî birîndar bûn.

* Şervanên HSD’ê jî di çarçoveya xweparastinê de 7 noqteyên dewleta tirk hedef girtin.

* Topbaran û bombebarana artêşa tirk piştre jî li navçeyên Tirbespiye, Dirbêsiyê û Amûdê jî dom kir. Di vê çarçoveyê de gelek gundên van navçeyên navborî hatin topbaran û bombebarankirin.

Kobanê

* Dewleta tirk duh êrîşî gund û navenda Kobanê jî kir. Artêşa tirk bi awayeke dijwar navend û gundên wê bombebaran û topbaran kirin.

* Li dijî êrîşên dewleta tirk jî şervanên HSD’ê li hemû deveran bersivên tund dan. Di encama bersivdayîna şervanan de qereqoleke li hemberî gundê Siftekê hate rûxandin.

* Erdogan ji tevahî cîhanê re aşkera kir ku dixwaze herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ragihandina li Civata Giştî ya NY’ê hatiye, dagir bike û demografiya herêmê biguherîne. Her wiha Erdogan got dixwaze milyonek koçberên Sûriyê li wan herêman ku di bingehê de 5 milyon lê hene, bi cih bike. Piraniya wan kesên ku Erdogan dixwaze di wir de bi cih bike, ji kesên ku ji herêmên Sûriyê yên dîtir ên di encama şerê di navbera rejîm bi piştevaniya Rûsyayê û komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyê de, koçber bûne, da ku piştre sûdê jê wergire.

Ev agahî jî nîşan didin ku dewleta tirk raste rast sivîlan hedef digire û di çarçoveya plana serokê AKP’ê Erdogan ku di civata NY’yê de di got dê demografyaya herêmê biguherîne de tên kirin. Artêşa tirk ku deverên sivîlan, qadên dîrokî û Bendava Mensurayê bombebaran kir.

Bertekên dewletên cîhanê

* Li hemberî van êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk, gelek welatên cîhanê bertekên tund nîşan dan. Di vê çarçoveyê de welatên endamên Yekitiya Ereban ên weke Erebistana Siûdî, Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban,  Misir û yên Yekitiya Ewropayê yên weke Fransa, Ingilistan, Almanya, Çekya, Belçîka, Danîmark hwd. bi daxuyaniyên cuda êrîşên dewleta tirk şermezar kirin û xwestin ku dawî li van êrîşan bînin. Her wiha Fransa û Ingilistanê ji bo nîqaşkirina mijarê, banga lezgîn li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê kir.

* Li Amerîkayê jî bi lihevkirina senatorê Komarparêz Lîndsey Graham û senatorê Demokrat Chrîs Van Hollen ji ber dagirkeriya dewleta tirk sepanên berfireh hatin amadekirin.

* Wezîrê Hêzên Çekdar ê Fransayê Florence Barley jî diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li dijî bakurê Sûriyeyê pir bi xetere ye û divê êrîş bi dawî bibe.

* Bertekên li DYA û Ewropayê yên li dijî êrîşa li ser Rojava her ku diçe dijwartir dibin.

* Wezareta Karên Derve ya Fînlandiyayê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku dê çekan nefiroşin dewleta tirk.

* Dewletên Misir, Erebistana Siudî, Bahreyn, Îmarat, Lubnan, Urdun, Iraq, Lîbya û Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereban jî bi daxuyaniyên cuda êrîşên dewleta tirk bi zimanekê hişk şermezar kirin û banga lidarxistina civîna lezgîn li Yekitiya Ereban kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar