Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Bîlançoya şer a 5 mehan: 2132 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê bîlançoya şer a 5 mehan aşkera kir. Li gorî vê yekê di 1881 çalakiyan de 2132 dagirker hatin cezakirin, 10 helîkopter hatin xistin. Artêşa tirk a dagirker ku tengav bûye, sûcên şer kir û çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bi kar anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bîlançoya şer a 5 mehan ev agahî da:

“Êrîşên dewleta tirk a dagirker û qirker ên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê ku bi armanca dagirkirinê dike, pênc meh li pey xwe hişt. Artêşa tirk hesabê wê yekê dikir ku di demeke kurt de bigihêje armanca xwe, lê belê li bin guhê dîwarê berxwedana fedaî ya Apoyî ket, ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingeha gerîlatiya dema nû xwe bi xurtî amade kiribû. Hêzên me rebaza şer a tîmên bi tevger û tunelan ku rêbaza dema nû ye bi xurtî xistin dewrê, bi taktîkên afirîner ev yek bi cih anî û bi performanseke bilind her roj çalakî kirin. Di encamê de jî plan û hesabên artêşa tirk serûbin kir, ku jê hebû dikare di nava çend hefteyan de encamê werbigire. Ji ber vê yekê jî êrîşa ji bo dagirkirinê berfireh kir. Artêşa tirk ji bo dawî li rewşa xwe ya xitimandî bîne çarçoveya êrîşan berfireh kir, lê berevajî bendewariya xwe hîn bêhtir di nava çiravê de çikiya û xitimî.

Dewleta tirk ji bo bigihêje armanca xwe, her cûre teknîka şer a li ber destê xwe, li dijî qadên bexwedanê bi rengekî bêperwa bi kar anî. Ji balafirên şer heta bi balafirên bêmirov, ji helîkopterên êrîşê heta bi her cûre tank, top û wesayitên zirxî, hemû xiste dewrê. Her roj bi sedan carî bombe li qadên berxwedanê barand. Ji leşkerên bi peyman heta bi komandoyan, ji çeteyan heta bi kontrayan, ji yekîneyên bijarte heta bi hêzên taybet çi hêzên fermî û paramîlîter li ber destê xwe hebe, ji bo karibe li dijî gerîla encamê werbigire, seferber kir. Piştî ku bi rêya van nekarî encamê bi dest bixe, vê carê ji gazên bi jehr heta bi bombeyên fosforê, ji bombeyên termobarîk heta bi bombeyên nukleer ên taktîkî çekên kîmyewî û bombeyên di asta navneteweyî de qedexekirî ne li ser tunel û çeperên şer bi kar anî. Dewleta tirk ji bo bigihêje armanca xwe 2004 carî sûcên şer kir û ev sûc jî ji aliyê hêzên me ve hatin bi belgekirin. Lê belê tevî van hemûyan jî nekarî dagir bike û derbên giran ji gerîla xwar. Dewleta tirk di şerê xwe yê dijî gerîla de herî zêde di nava pênc mehên dawî de kuştî da. Dema ku encamên pêvajoya şer a pênc mehan bê nirxandin wê were dîtin ku ji bo dewleta tirk serketin nîne, bi rengekî şênber binketin e.

105 hevreyên me şehîd bûn

Dewleta tirk bi piştgiriya eşkere ya hêzên navneteweyî û xeta Kurd a noker xayin, hewl da bigihêje armanca xwe. Pêşîgirtina li vê êrîşa dagirkeriyê û astengkirina armancên dewleta tirk a dagirker, hêsan nebû. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi fedakariyeke gelekî mezin her tişt dan ber çavên xwe, hevrêyên me bi fedaîtiyeke ku di dîrokê de kêm caran tê dîtin berxwedaneke destanî afirandin. Berxwedana me ya ji pênc mehan, bi dilsoziya bêdawî ya bi Rêbertî, şehîdan û gelê me yê mezlûm, bi îrade, ruhê fedaî, bawerî û biryardariya bi serketinê ya Apoyî hate hûnandin. Gava ku ji aliyê derfet, hejmar û teknîka şer ve bê nirxandin, wê bê dîtin ku yek ji şerên neheq ê dîrokî qewimî. Ev pêvajoya berxwedanê ya vî şerî tenê bi tevlîbûna gerîla ya fedaî ya Apoyî dikarîbû bihata pêşwazîkirin. Hevrêyên me yên tevlî vê berxwedanê bûn hemûyan li ser bingeha vî ruh û hişmendiyê rê û rêbazên gerîlatiya modernîteya demokratîk bi rengekî rast bi cih anîn û di asta profesyoneliyê de performanseke bilind a şer nîşan dan. 105 hevrêyên me yên di nava pênc mehên dawî de şehîd bûn, berdêl dan, pêşengî ji pêvajoyê re kirin û destanên lehengiyên yên bêeman afirandin.

10 helîkopter hatin xistin

Tîmên me yên bi tevger û tîmên li tunelan bi performanseke bilind a şer bi profesyonelî şer kirin;  bi hêzên parastina hewayî, opreasyona şoreşgerî, serdegirtin, sabotaj, sûîqest, kemîndanîn, çekên giran, şer-lêdan û taktîkên gerîla yên koordîneyî bi hostatî bi kar anîn û 1881 çalakî kirin. Di encama van çalakiyan de bi qasî ku hate tespîtkirin 2132 dagirker hatin cezakirin, 10 helîkopter hatin xistin û îmhakirin. Ji ber ku hejmara dagirkerên di helîkopterên hatin xistin de baş nehate zanîn, li vê hejmarê nehate zêdekirin. Dewleta tirk û medya şerê taybet ku kuştiyên xwe û rastiya şer ji gel û raya giştî ya tirkiyeyê vedişêre, careke din dest bi derewan kir. Lê belê hêzên me di vê pêvajoya şer de li gorî derfetên xwe bi belge kir, bi kamerayê dîmen kişandin, navên leşkerên hatin cezakirin, belgeyên wan eşkere kirin û bi vî rengî her asta şer bi raya giştî re parve kirin. Li ser vê bingehê dîmenên 43 çalakiyên gerîla li Gerîla TV hatin weşandin.

Artêşa tirk tevî ku di asta dîrokî de gelek kuştî da, hîn jî israr dike ku di şer û armanca dagirkeriyê de bi ser bikeve. Berxwedana destanî ya hêzên me ya li hemberî vê yekê bi rengekî bi heybet dewam dike. Li ser vê bingehê pêvajoya şerê heyî pênc meh li pey xwe hişt û bi têkoşîneke bêeman dewam dike

Bîlançoya şer a 5 mehan

Bîlançoya şer a pênc mehan a navbera 14’ê Nîsanê û 14’ê Îlonê wiha ye:

Çalakiyên ji aliyê hêzên me ve hatin lidarxistin;

– Bi hêzên parastina hewayî, operasyona şoreşgerî, serdegirtin, sabotaj, sûîqest, kemîndanîn, çekên giran, şer-lêdan û rêbaza gerîla ya koordîneyî 1881 çalakî hatin lidarxistin.

Encama çalakiyên hêzên me;

– 2132 dagirker hatin cezakirin, 12 ji wan kontra, 13 jê leşkerên payebilind in.

– 290 dagirker birîndar bûn..

Bi qasî ku hêzên me tespîta wê kirine, di serî de Qadên Berxwedanê Herêmên Parastinê yên Medyayê;

– 3274 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 3185 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

– Çeper û tunelên şer ên hêzên me 2004 caran bi bombeyên di asta navneteweyî de hatin qedexekirin (bombeya fosforê, bombeya termobarîk û bombeya nukleer a taktîkî) û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Çek û malzemeyên leşkerî yên hêzên me dest danîn ser wan;

– 10 çekên MPT-55

– 4 çekên AK-47

– 3 çekên G-3

– 3 çekên bombeavêj

– 2 çekên M-16

– 2 çekên HK-416

– Çekek BKC

– Çekek Bombeavêj a B-7

– Çekek MPT-66

– 4 debance

– 4 fîşekên bombeavêj

– 848 fîşekên M-16 û BKC

– 18 bombeyên destan û gelek bombeyên mij

– 4 êlekên êrîşê (pola)

– 4 mertalên ji pola

– 2 Rext

– 9 Şarjor

– 7 Dûrbînên şev û rojê

– 3 Dûrbînên Termal

– 3 Amûrên destnîşankirina bi lazerê

– 2 Amûrên çekê yên lazer

– Kamerayeke Termal

– Dûrbîneke lazerê

– 4 Sîstemên Kamera yên Mobesse

– 3 Kamerayên datînin ser serî

– Sîstemeke radar a dikare bê hilgirtin

– 24 kg teqemenî

– 4 Mayin

– Cîhazeke teqandina Mayinê

– Dedektoreke Mayinê

– 6 telefonên destan

– 3 Cîhazên ragihandinê yên bêtêl

– Paneleke enerjiya rojê

– Pisûlayek

– 4 Kêr (Kasatûra)

– 6 Çenteyên leşkerî

– 2 Kumên Leşkerî

– 2 Kask

– 9 Fenerên Destan

– 2 Amûrên UPS ên veguherandina enerjiyê

– Çavkaniyeke enerjiyê

Amûr û alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;

– 7 helîkopterên Skorsky

– 3 helîkopterên êrîşê

– 2 Tank

– 15 Wesayitên zirxî yên leşkerî

– 3 Kepçe

– 50 Sîstemên Kamera yên Mobesse

– 42 Drone

– 7 Radar

– 5 Kamerayên Termal

– 2 Teleskop

– 3 Cîhazên Tevlîhevkirina Sînyalan (Jammer)

– 3 Sensorên tevgerê

– 2 Cîhazên guhdarîkirinê

– Wênekêşek

– Konteynirek

– 78 Çeper

– 22 Konên leşkerî

– Kamelyayek

– Sîstemeke Veguhastina Gaza Kîmyewî

– Cebilxaneyek

– 5 Çekên A4

– 2 Çekên BKC

– 60 kg Teqemenî

– 5 Xefikên Teqandinê

Wesayitên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan xistin;

– 39 helîkopterên Skorsky

– 31 helîkopterên êrîşê

– 16 çeper

– 12 drone

– 9 kepçe

– 4 wesayitên leşkerî yên zirxî

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar