Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Bîlançoya şer a meha îlonê hat aşkerekirin

HPG'ê bîlançoya şer a meha îlanê aşkere kir û got: “Di îlona 2023'an de dewleta tirk a dagirker zêdeyî 150 carî êrîş kir, gerîla jî 507 caran çalakî kirin. Di encama şer de 150 dagirker hatin cezakirin. 5 gerîla jî şehîd bûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bîlançoya şer a meha îlonê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê di nava mehekê de 150 dagirker hatin cezakirin, 2 drone hatin îmhakirin, derb li şeş helîkopteran hate xistin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedan û têkoşîna li dijî êrîşên qirkirinê bênavber dewam dikin. Gerîlayên fedaî ku di nava şert û mercên herî giran de bi hêza ji îdeolojiya Apoyî werdigirin aqil, dil û îradeya xwe xurt dikin, her cûre astengiyan ji ber xwe radikin û bi rola xwe radibin. Di Şerê Gel ê Şoreşgerî de ji bo mîsyona xwe ya pêşengiyê li her cihî û di her kêliyê de bi cih bînin bi fedakariyeke mezin bêteredût bi wêrekî û ruhê fedaî yê Apoyî wezîfeyên xwe yên şoreşgerî pêk tînin.

Di meha îlonê de li bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên dijmin bênavber dewam kirin. Dewleta tirk a qirker mêtinger û rejîma wê ya ûltra faşîst AKP-MHP hemû derfetên li ber destê xwe li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi kar anîn, hewl dan ku îmha bikin û hebûna kurdan ji holê rakin. Lê belê bi saya berxwedana gerîla, performansa bilind a şer û asta taktîkî, nêta rejîma faşîst di ber de ma û nekarî encama dixwest bi dest bixe. Dewleta tirk di têkilî û bazariyên xwe yên li ser asta herêm û cîhanê de mijara alîkariya li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê kir rojeva bingehîn. Hemû nirxên xwe pêşkeş kir, bêpîvanî ji xwe re kir pîvan û li hemberî berxwedana gerîla parsekî kir. Burokratên dewletê, rêveberên rejîma faşîst û medya şerê taybet ên dewleta tirk ji bo kêliyekê jî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û gerîla ji ser zimanê xwe neanîn xwarê. Ev hemû bi rengekî şênber nîşan didin ku têkoşîna me ya azadiyê di kîjan astê de zorê dide dewleta tirk a qirker mêtinger û rejîma wê ya faşîst.

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li hemberî gerîlayên bakurê Kurdistanê hemû ajan, kontra, hêza paramîlîter, emniyet û artêşa xwe bi kar anî, di nava meha îlonê de bi sedan operasyonên tunekirinê pêk anî. Lê belê gerîlayan ev êrîş hemû têk birin. Hevrêyên me yên li Amed û Botanê, di şerê dijî dijmin de li hemberî bi sedan keriyên dijmin, helîkopterên wan ên êrîşê û balafirên şer bi wêrekiyeke mezin û bi ruhê fedaî li ber xwe dan. Ev berxwedana ku bi pêşengiya fermandara me ya fedaî hevrê Axîn Mûş hate kirin, weke sekna lehengiyê ya sembol a demê derbasî dîroka me ya têkoşînê bû. Di nava meha îlonê de hevrêyên me Axîn Mûş (Hülya Demirer), Egîd Berxwedan (Habib Karakoç), Rohat Pasûr (Cihat Ay), Demhat Setkar (Çetin Temel) û Rênas Tolhildan (Ramazan Eliçümüş) bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Dijmin li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê yên ku xwe gihandin, ji radaran heta bi jammeran, ji kamerayan heta bi çekên otonom, ji dûrbînên termal heta bi teleskopan, ji çekên nîv otomatîk heta bi çekên giran, ji fuzeyan heta bi droneyên kamîkaze û kargo, ji topan heta bi wesayitên zirxî û tankan hemû teknîka xwe ya şer bi cih kir û veguherand mîna fûareke şer. Lê belê tevî van hemûyan jî artêşa dagirker a ku şerê xwe dispêre teknîkê li Zapê xitimî ye û derbê ji gerîlayan dixwe. Ji bo xwe ji rewşa xitimandî ya li Zapê rizgar bike, bi armanca ku operasyona dagirkeriyê ji xeta Girê Amediyê derbasî beşeke girîng a Metînayê bike, ji 9’ê îlonê û pê ve dest bi êrîşên nû kir. Lê belê van êrîşan artêşa tirk hîn bêhtir kirin hedef, bû sedem ku hîn bêhtir kuştiyan bide.

Li bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê her roj şerekî giran diqewime û encamên vê yekê jî roj bi roj bi gelê me û raya giştî re tê parvekirin. Her wiha belge û dîmenên şerê giran jî pêşkeşî raya giştî têne kirin. Lê belê tevî van hemûyan medya şerê taybet a tirk tu ji van naxe rojeva xwe, mîna ku neqewimiye tevdigere, rewşa xitimandî û derbên giran ên şer aşkere nake. Di nava mehekê de tevî ku 150 leşker hatine cezakirin jî tenê mirina çend leşkeran aşkere kir, kuştiyên din aşkere nekir. Cenazeyê leşkerê bi navê Unal Sîpahî li Qada Berxwedanê ya li Zapê hişt û darbesta vala radestî malbata wî kir. Piştî ku aliyê me aşkere kir ku artêşa tirk bi rengekî bêexlaq derewan bi aşkere li her kesî dike, êdî mirina tu leşkerî nehate aşkerekirin. Ev rastî bi tena serê xwe nîşan dide ku artêşa tirk û rejîma faşîst şerekî çawa bêexlaq û qirêj dimeşîne.

Dema ku mirov bala xwe dide ser bîlançoya meha dawî ya şer, tê dîtin ku artêşa tirk a dagirker çiqasî bombardûman kiriye, çiqas derb ji gerîla xwariye, çiqas kuştî daye, her wiha encamên mezin ên berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hîn baştir tê fêhmkirin.”

Bîlançoya şer a meha îlonê bi vî rengî ye:

Êîşên dewleta tirk a dagirker

Êrîşên bi balafirên şer: 149

Êrîşên bi çekên kîmyewî: 2

Êrîşên bi teqemeniyên qedexekirî: 5

Êrîşên bi bombeyên taktîk nukleer: 1

Hevrêyên me yên şehîd bûn

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 5

Çalakiyên gerîla

Çalakiyên giştî yên gerîla: 507

Çalakiyên kemîndanînê: 1

Çalakiyên serdegirtinê: 2

Çalakiyên gerîla yên koordîneyî: 5

Çalakiyên êrîşê: 5

Çalakiyên sabotajê: 12

Çalakiyên sekvaniyê: 68

Çalakiyên lêdanê û şer: 95

Çalakiyên bi çekên giran: 319

Kuştiyên dijmin

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 150

Hejmara ajan-kontrayên hatin cezakirin: 1

Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 38

Amûrên leşkerî yên hatin îmhakirin

Drone: 2

Bombeavêj: 2

Sîstema kamera ya mobesse: 7

Sîstema kemera ya mobesse termal: 1

Teqemeniyên qedexekirî: 1

Çeper: 4

Çeka A4 û çepera wê: 2

Amûrên leşkerî yên ku derb li wan hate xistin

Helîkopterên Skorsky: 3

Helîkopterên Êrîşê: 3

Kepçe: 3

Çeper: 175

Sîstema teleferîk: 1

Qemyon: 1

Çeka Obusê: 1

Wesayiten zirxî: 1

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar