Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bîlançoya şewba vîrûsa koronayê girantir bû

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) her ku diçe belavtir dibe. Hejmara kesên bi vîrûsê dikevin û pê dimirin jî roj bi roj zêdetir dibe. Yek ji parzemînên ku herî zêde encamên şewba koronayê lê giran dibe, Ewropa ye. Li cîhanê 1 milyon û 500 hezar kes bi vîrûsê ketine û 90 hezar jî pê mirine. Ji kesên bi vîrûsê ketin 755 hezar kes û ji yên pê mirin jî 62 hezar jê ji parzemîna Ewropayê ne.

TIRKIYE

Li gorî rayedarên dewleta tirk, heta niha 38 hezar û 226 kes bi vîrûsê ketine û ji van 812 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo alîkariya bi gel re ya di dema şewbê de, HDP’ê kampanyaya ‘Malbatên Xwik û Bira’ dabû destpêkirin. Kampanyaya HDP’ê didome. HDP’ê bang kir ku hemû kes tev li kampanyayê bibe.

REWŞA GIRTÎGEHAN

Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê li qawîşeke ku girtiyên siyasî lê bûn, 2 girtî bi şewba koronayê ketine. Li ser 3 girtiyan jî nîşaneyên vîrûsê jî hene. Girtiyê bi navê Serhat Bulut ê li Girtîgeha Tîpa T a Hîlwan a Rihayê jî bi rêya telefonê li gel malbata xwe geriya û diyar kir ku bi gumana şewbê, 6 girtî rakirine nexweşxaneyê. Li Girtîgeha Bafra ya Samsunê jî girtiyê bi navê Mehmet Yeter ê 70 salî ku sê sal bû girtî bû, hefteya borî ji ber şewbê miribû. Li hêla din ji gelek girtîgehan agahiyên binpêkirinên mafan tên.

MÊRDÎN-AMED

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê Mehmet Emîn Kaplan ê ji ber şewbê di karantînayê de bû, mir. Li gel vê li Nisêbînê hejmara kesên mirin bû 2 kes. Berî niha li navçeya Qoserê 2, li Midyat û Artûklûyê jî kesek, bi giştî 4 kes mirine. Li nexwexaneyên cihê yên Amedê testa vîrûsê ya 56 kesan pozîtîf derketiye û bi giştî 171 kes tên dermankiriin. Her wiha li nexweşxaneyê jî 5 zarok ji ber şewba Covîd-19 tên dermankirin. Heta niha 1 bi gumana Covîd-19 bi giştî 10 kes mirine. Li Zanîngeha Tibê ya Amedê hemşîreyek jî bi gumana bi şewbê ketiye tê dermankirin. Li navçeya Farqînê jî 7 kesên ku testên wan pozîtîf derketin li malê tên karantînakirin.

DYA

Li DYA’yê heta niha 435 kes bi vîrûsê ketine û 15 hezar jî mirine. Nêzî 400 hezar kes tên dermankirin.

ÎTALYA

Li Îtalyayê zêdetirî 140 hezar kes bi şewbê ketine û 18 hezar pê mirine. 95 hezar jî tên dermankirin.

SPANYA

Li Spanyayê 152 hezar kes bi vîrûsê ketine û ji van 15 hezar û 200 kes jê mirine. 85 hezaran zêdetir jî tên dermankirin.

FRANSA

Li Fransayê heta niha 112 hezar kes bi şewbê ketine û ji van 10 hezar û 800 kes pê mirine. Her wiha zêdetirî 80 hezar kes jî tên dermankirin.

ALMANYA

Zêdetirî 113 hezar kes li Almanyayê bi şewbê ketine û ji van 2 hezar û 300 kes jê mirine. 65 hezar jî tên dermankirin.

INGILISTAN

Li Ingilistanê 61 hezar kes bi vîrûsê ketine. Zêdetirî 7 hezar kes jî mirine. 53 hezar jî tên dermankirin. Hate ragihandin ku rewşa serokwezîrê Ingilistanê Borîs Johnson ku bi şewbê ketibû, baş dibe.

BELÇÎKA

Zêdetirî 25 hezar kes bi şewba koronayê ketine û ji van 2 hezar û 500 kes jî tên dermankirin.

HOLLANDA

Li Hollandayê 22 hezar kes bi şewbê ketine û 2 hezar û 396 kes jî pê mirine. 19 hezar kes jî tên dermankirin.

SWÎSRE

Li Swîsreyê 23 hezar û 600 kes bi vîrûsê ketine û  925 kes jî mirine. 13 hezar kes niha tên dermankirin.

ÎRAN

Zêdetirî 65 hezar kes bi vîrûsê ketine û ji van zêdetirî 4 hezar kes mirine. Zêdetirî 30 hezar kes jî tên dermankirin. Çavkaniyên muxalîfan jî dibêjin ku hejmara miriyan 22 hezar e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar