Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bîlançoya sucên dewleta tirk a li Efrînê hat aşkerekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku ji 2018′an heta niha sûcên dewleta tirk yê Efrîna dagirkirî pêk anîne û hatine belgekirin aşkere kir û got: “Zêdetirî hezar jin hatine revandin, 99 hatine qetilkirin, 74 jin rastî sûcên tecawiz û tundiya zayendî hatine.”

Endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê têkildarî sûcên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên li herêmên dagirkirî daxuyaniyek da.

Endama rêxistinê Heyhan Elî li Kampa Serdemê bi beşdariya endamên yekitiyan û saziyên sivîl daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Piştî dewleta tirk a dagirker û komên sûriyeyî yên çekdar ên girêdayî wê herêma Efrînê kontrol kir, tevahî cureyên sûcan ji revandin, îşkencekirin, binpêkirina mafan pêk anîn, bi taybet li dijî jinên Efrînê ku sekna xwe ya wekheviyê di tevahî aliyên jiyanê de îsbat kir.

Lê alava qetilkirin û wêrankirinê ya ku dewleta tirk a dagirker û komên çekdar ên alîgirên wê anîne, hişt jin di goşeyeke teng de bin û jinan di dawiyê de dibîne. Ruxmî ku ew îdiaya demokrasî û wekheviyê de lê tiştek li ser erdê, ji bilî sûcên li dijî jinên Efrînê tune ye. Ji bilî di şerên Mogol, Tataran ên di dirêjahiya dîrokê de ji qetilkirin, revandin, îşkencekirin û tundiya zayendî de mîna van sûcên dewleta tirk dike, pêk nehatine. Li gorî madeyên 6-7-8 a Peymana Romayê ya bingehîn ev sûc û binpêkirin dikevin xana sûcên şer û dermirovî.

Ruxmî di gelek qanûnên navneteweyî de divê jin û zarok bi taybet werin parastin; mîna Peymana Cinêvê ya 4′an û di benda duyemîn a xala 27′an de, her wiha di xala 37′an a UNICEF′ê de heye ku zarok werin parstin, lê zarok di her îşkenceyekê re derbas dibin. Li beramberî van hemû qanûnên navneteweyî dewleta tirk sûcên xwe li dijî jin û zarokan dewam dike.

Sûc û binpêkirinên ji destpêka êrîşa dewleta tirk a dagirker li dijî Efrînê û dagirkirina wê ve me belge kirine, wiha ne;

Revandin: Zêdetirî hezar jin hatine revandin û çarenûsa gelekan ne diyar e.

Qetilkirin: 99 jin hatin qetilkirin; ji wan 9 jinan di rewşên nediyar de xwe kuşt.

Tundiya zayendî û tecawiz: 74 jin.

Ji wê zêdetir jî diyardeya zewicandina zarokan di bin zextê û zorê de heye.

Em çalakvanên jin ên mafên mirovan bang li tevahî rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî, mirovî û jinan dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnên li hember sûcên li dijî tevahî welatiyên li herêmên dagirkirî ji bakur, heta bi bakurê rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, rabin. Bi taybet sûcên li dijî jin û zarokan tên kirin û sûcdaran ceza bikin, zextê li dewleta tirk a dagirker bikin ji tevahî herêmên dagir kirine vekişe û koçber vegerin warên xwe û di aliyê madî û manewî de piştgiriyê bidin qurbaniyan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar