Jiyana dengbêj Seyîdxanê Boyaxcî wekî kurtejiyana gelek dengbêjên kurd e. Di jiyana xwe de gelek zehmetî kişandin û niha li malê di nav nivînan de ye û felç bûye. Boyaxçi pir ji dengbêjiyê hez dike û dibêje dengbêjî eşq e
Dengbêjek dengxweş, têr û tije bi gotina xelkê “Xalê Seyîdxanê Boyaxcî” yê ji biçûkatiya xwe ve li Amedê dengbêjiyê dike û ku bi navê xwe yê din Seydo Şîmşek tê nasîn felc derbas kir. Boyaxcî li mala dengbêjan xwe wekî bilbilê Amedê pênase dikir.
Seyîdxanê Boyaxcî di sala 1933’an de li gundê Lexerî yê girêdayî navçeya Erxenî ya Amedê tê dinê. Boyaxcî hêj 2 salî ye dayika wî û 4 saliye jî bavê wî diçin ser dilovaniya xwe. Boyaxcî ji aliyê apê xwe ve tê mezinkirin û zarokatiya wî li ber şivaniyê derbas dibe. Boyaxcî di 15 saliya xwe de li navenda Amedê bicih dibe û li navçeya Sûrê dest bi boyaxkirina pêlavan dike. Boyaxcî 25 salan vî karî dike. Demek di Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wek karkerê paqijiyê dixebite û piştî mesaiyên wî diqede diçe li Deriyê Çiyê karê boyaxê dike.
Niha li malê ye
Piştî ku Boyaxcî ewqas karên zor û şertên dijwar bû dengbêjek dîwanê û êdî rojane dengbêjiyê kir. Boyaxcî li Mala Dengbêjan a li Sûrê her roj kilaman digot û bibû xemla kilaman li vî mekanî. Piştî salên dirêj ku Boyaxcî dengbêjiyê kir, rewşa tenduristiya wî nebaş bû, çû nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê hîn bû ku her devera laşê wî enfeksiyon girtiye. Piştî tedawiyek giran rewşa wî giran bû û felc derbas kir. Boyaxcî niha li malê ye û li guhdarkirina kilaman û bi kilambêjiyê dema xwe derbas dike.
Boyaxcî bal kişand ser tengezariya jiyana xwe ya ciwaniyê û wiha behsa wan rojên xwe kir: “Bi salan min ava sûsê firot. Min bi salan selikê da ser pişta xwe û hemaliyê kir. Ez wek emele gelek xebitîm û min karê paqijiyê kir. Lê min pir ji Diyarbekirê hez dikir. Ez pir xebitîm. Hinek pereyên min çêbûn. Ez rabûm zewicîm. Piştî ez zewicîm 7 zarokên min jiyana xwe ji dest dan. Her zarokên min çêdibûn ji nexweşînê dimirin. Li pey hev 7 zarok mirin. Kesek din bûya herhal wê îdare nekira.”
Dengbêjî eşq e
Boyaxcî da zanîn ku wî di salên zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û wiha got: “Ji min re gotin tiştên te dîtiye binivîsîne, lê min nikaribû binivîsanda. Tenê min xwest bêjim.” Min bi şev û rojan li civat, dîwanan û şevbihêrkan kilam digotin Qet aciz nedibûm, berevajî vê ez kêfxweş dibûm. Dengbêjî eşq e. Ya min li ser peya digirt dengbêjî bû. Gelek bûyerên li Amedê qewimîn însanan ji kilamên me dibihîstin. Min dibihîst û digot. Her tim dixwestin ez bêjim.”
Tişt nayên bîra wî
Boyaxcî qala tiştên hatine serê wî dike û carna bi yek carekê disekine û di navberê de carna kilaman dibêje. Boyaxcî dema ji kameraya me re diaxivî diyar bû ku car carnan tişt ji bîra wî diçin û tişta dixwaze bêje nayê bîra wî. Boyaxcî di dawiya axaftina xwe de hevpeyvînê bi kilaman qedand. AMED
Çavkanî: Lezgîn Akdenîz / MA