Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Bilbisê 22 roj in di dorpêça leşkeran de ye

Di roja 22’yemîn a dorpêça leşkeran de li gundê Bilbês a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê welatiyê bi navê Levent Cîn hat binçavkirin.

Dorpêçkirina leşkeran a li gundê Bilbêsa navçeya Elkê ya Şirnexê di roja 22’yemîn de berdewam dike. Leşkerên têketin û derketine ji gund xistine bin kontrola xwe, ser gundiyên tên û diçin kontrol dike û li nasnameya wan dipirsin.

Li gel operasyon û dorpêça gund zextên li ser welatiyan jî zêde bûne û welatiyê bi navê Îzzettîn Cîn di 4’ê tebaxê de bi îdiaya “Piştgiriya rêxistinê kirinê” hate girtin û Cîn şandin girtîgehê. Levent Cîn jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hate binçavkirin. Cendirmeyan Cîn ê ji bo serdana xizmên xwe çûbû navçeya Silopiyayê bi hinceta  “îmzeya te heye” gazî wî kirin ku biçe qereqolê û hate binçavkirin. Hat destnîşankirn ku Cîn birine Fermandariya Leşkeriyê ya Şirnexê.

Li Bilbêsê çi bûbû?

Walîtiya Şirnexê di navbera 29’ê tîrmehê û 4’ê tebaxê de ketina sivîlan a çolterên gundê Bilbês ê Şirnexê qedexe kiribû. Tevî ku biryara qedexeyê rabû, dorpêça gund berdewam kir. Walîtî di navbera 8 û 23’yê tebaxê de careke din herêmê qedexe kir.

Li gel biryara qedexeyê herêm pêşî bi balefirên şer piştre jî bi helîkopterên bi tîpa SKY bi rojan hatin bombekirin. Hat destnîşankirin ku şerê di navbera HPG’ê û leşkeran de  2 HPG’î şehîd bûne.

Herî dawî di 13’ê tebaxê de şandeya ji Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal û Mehmet Zekî Îrmez, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  pêk hatibû, serdana gund kiribûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar