Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ku polîsan di 25’ê îlonê de bi fermana Dozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi ser mala wî ya li Qersê de girtin û li malê binçav kirin, peyam şand. Ayhan Bîlgen ku piştî ji bo lêpirsînê ew birin Enqereyê, di bin çavan de bi rêya parêzeran peyam şand û wiha got: “Me li Qersê rêya dizan girt û rêya ku destûr nede dizî û neheqiyê vekir. Ji niha û şûnde kî bajar bi rêve bibe bila bibe yên li Qersê dijîn dê destûr nedin dizî û nelirêtiyê.” QERS