Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Bîlmez: Armanca komplogeran bêçareserî hiştina meseleya kurd bû

Ji parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, diyar kir ku hêzên hegemon ji paradîgmaya Ocalan ditirsin û got: "Ji ber ku paradîgmayeke welê bû ku hîn wê demê dikarîbû pirsgirêkên azadiyê bi rê û rêbazên aştiyane çareser bike."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komploya navneteweyî de ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir, di 15’ê Sibata 1999’an de hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin. Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez ji ANF’ê re qala pêvajoya komploya 9’ê Cotmehê kir.

Bîlmez bal kişand ser piştgiriya hêzên herêmî û hegemonîk a ji bo Tirkiyeyê û diyar kir ku îdeolojî û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo hêz û dewletên herêmî û hegemonîk ên wê demê pirsgirêkeke mezin bû. Bîlmez destnîşan kir ku paradîgmaya Ocalan paradîgmayeke welê bû ku hîn wê demê dikarîbû pirsgirêkan bi rê û rêbazên aştiyane çareser bike.

Birêz Abdullah Ocalan û PKK ji bo hêzên hegemon xetere bû’

Bîlmez ragihand ku ev rewş bi kêrî hêzên hegemonîk û herêmî nedihat û wiha dewam kir: “Birêz Abdullah Ocalan û PKK ji bo wan xetere bû, diviyabû bihatina tasfiyekirin. Sedema destpêkirina pêvajoya 9’ê Cotmehê bi vî rengî dikare bê vegotin. Şert û mercên wê demê li gorî vê yekê hatin amadekirin. Van welatan li hev kirin ku Birêz Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin. NATO û Amerîkayê hêzeke mezin a deryayî ber bi rojhilatê Derya Spî ve şandibû. Tirkiyeyê hêza leşkerî li ser sînor zêde kiribû. Li aliyê din hewldanên Îsraîlê hebûn. Mirov van hemûyan dikarin bi vî rengî kurteber bikin; hêz hemû bûn yek, hewl dan Abdullah Ocalan tasfiye bikin ku ji bo xwe xetere didîtin.”

‘Birêz Ocalan komplo pûç kir û bi sekna xwe pêşî li şerê kurd-tirk girt’

Bîlmez anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd destnîşan kir û got: “Li aliyê din hin hêz hene ku destkeftiyên kurdan hemûyan weke xetereyê dibînin. Bi taybetî rewşa Tirkiyeyê bi wî rengî bû; hin hêzên herêmî hebûn ku alîgirê wê bûn ku şer dewam bikin, meseleyê bi tundiyê çareser bikin. Dawiya dawî Abdullah Ocalan di encama hevkariyekê de ji bo Sûriyeyê jî tengav neke bi hesta wefayê tevgeriya û 9’ê Cotmehê ji Sûriyeyê derket. Berê xwe da Ewropayê. Bêguman sedemê tercîhkirina Ewropayê jî ev bû: Birêz Abdullah Ocalan bi şênberî digot, ‘Sedema çûyîna min a Ewropayê afirandina şert û mercên çareseriya aştiyane û demokratîk a ji bo meseleya kurd bû. Wê demê difikirîm ku ji bo çareseriya hemdem a pirsgirêkên siyasî û civakî ‘Şaristaniya Ewropayê’ bibe zemîna herî baş’.

Bi vê armancê diçe wê derê. Bi xwe beriya bi salan dixwest biçe Zagrosan lê belê bi vê sedemê dest ji vê daxwaza xwe berdide. Ya rast, bi vê yekê re tawîzê ji xwe dide, lê belê bi berpirsyarî tevdigere û ji bo nîşan bide ku di mijara çareseriya aştiyane ya meseleyê de çiqasî samîmî ye, lewma Ewropayê hildibijêre. Ji bo mesele bi rengê dîplomatîk bê çareserkirin hewl dide. Di wê demê de li her welatê ku berê xwe dide, dikeve nava vê hewldanê. Hem li Atîna, hem li Moskowa û Romayê di hevdîtinan de vê bangê li nûner û heyetên wan dewletan dike. Dibêje ku amade ye meseleyê çareser bike. Lê balkêş e ku tevî Birêz Abdullah Ocalan van bangan dike, PKK agirbestê îlan dike û hewldanên aştiyê têne kirin jî dewletên Ewropayê, Amerîka bersivê nadin. Berovajî vê yekê PKK’ê dixin lîsteya ‘terorê’. Yanî hemû hewldan têne têkbirin. Ya rast ev yek nîşan dide ku nêta hêzên hegemonîk, hêzên di komployê de hebûn çiqasî nebaş e. Di wê pêvajoyê de Birêz Abdullah Ocalan nikare ji mafê penaberiyê yê li Ewropayê ku ‘dergûşa şaristanî û mafên mirovan bû’ sûdê werbigire. Hem li Atîna, hem li Moskowa hem jî li Romayê serlêdana penaberiyê dike, lê belê ev mafê ku ji sed hezaran kurdan re hate dayin ji bo Abdullah Ocalan nayê dayin ku bi sed hezaran mirovî jê re digotin ‘lîderê me ye, îradeya me ye’. Ev yek jî bi şênberî nîşan dide ku tişta di pêvajoya komployê de dihate xwestin bê kirin, bêçareserî hiştina meseleya kurd bû. Bi vî rengî hate xwestin ku şer hem Tirkiyeyê hem jî dewletên herêmê, welatên ku kurd lê ne lawaz bihêle, bi hêzên hegemon ve girê bide. Yanî armanc ji komployê pêşîgirtina li çareseriya aştiyane û demokratîk bû. Armanc ji vê pêvajoyê bi vî rengî bû.

Her wiha di vê pêvajoyê de eger karîbûna êrîşî jiyana Abdullah Ocalan bikira wê pêşî li şerekî hîn mezintir vekiribûna. Dibe ku şerekî demdirêj ê kurd û tirkan dixwestin. Lê belê Birêz Abdullah Ocalan ev hemû dît, pêşî li wan girt, pûç kir. Bi helwesta xwe, bi samîmiyeta xwe ya li ser xeta aştiyê ev hemû hewldan têk bir. Û dawiya dawî di 15’ê Sibatê de anîn Tirkiyeyê, ew xistin girtîgeha li girava Îmraliyê. Lê belê tu tişt neqediya bû. Pêvajoyê jinûve destpê kir. Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê jî ji xeta xwe ya aştiyane tu carî tawîz neda. Bi sekna xwe pêşî li şerê kurd-tirk girt.”

Bîlmez ragihand ku 24 sal piştî bûyerên qewimîn, dikarin bi hêsanî bibêjin ku komploya wê demê niha li Îmraliyê bi tecrîdê dewam dike û got, “Ji xwe sîstema ku di 15’ê Sibatê de hate amadekirin, sîstemek ji bo vê bû. Lê belê Birêz Abdullah Ocalan bi sekna xwe ya ku tawîz ji aştiyê neda, bi israra xwe ya di çareseriya demokratîk re sîstem têk bir. Ya rast sîstema tecrîdê pûç kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar