Piştî çend hefteya dîsa merheba ji we ra gelî xwaher û biraderan. Me dinivîsa xwe ya berê de gotibû, “Bînalî çû ber golikan” lê mixabin “Bînalî golikan ne eciband” got;
Ez ê îleh herim ber pêz,
Dîsa hildim tembûr û sêz
Hawara xwe gihand YSK’a bêmirêz
Wan jî ji deve xwe pekand kef û girêz
Li ser gora demokrasiye fatîha xwend
Golikvan careke din bo hilbijartinê vexwend
Belê niha milet hemû li ser terme demokrasiyê kom bûye, nizanin ka dê çi pêbikin, gelo ew ê dîsa demokrasiye vejînin an dê tene hestir û rondikan li pey wê birijînin? Em nemirin, em ê bibînin.
Ev xebera nebixêr li aliyekî, xebera xêrê ji dûrgeha Îmralîyê hatiye, birêz Ocalan banga aştî û çareseriyê kiriye. Ew dibêje; şer û lêkdanê tiştek çareser nabe, divê şer û pevçûn ji holê rabe, bila dûpişk û mişk bazdin li pey hêza hişk, hûn mirov in bi dile germ bala xwe bidin hêza nerm.
Em çibêjin, Xwedêxêr ke
Dar û beran, kevir û kuçan
Bi ser xêrnexwazan de gêr ke
Wan bixe gorê, kêliyê gora wan bi zêr ke
Çavên wan bi axa sar têr ke
Goştê wan para kurm û kêzcanhêr ke
Amîn!
Belê gelî xwaher û biraderan ez naxwazim zêde galegalan bikin û sere we pê biêşînim. Her wekî pêşewa jî gotî,
Rahêjin hêza nerm bi dilekî qewîn û germ
Bila di dilan da nemin efedî şerm
Hest û ramanên xêrnexwazan bikin term,