Gelî xwişk û birayan, van zaliman mala me xera kir, rojnameya me qapat kir, ji ber vê yekê ev demeke dirêj e, deng ji kozika me nedihat, niha ez pê hesiyam ku rojnameyek li ser înternetê tête weşandin, va ye min jî pênûsa xwe bi hubrê dagirt, bi dilê şikestî, zimanê kurt min nivîsek lê kir. Ne nivîsek metelok û çîrok e, hinekî jî serborî û dîrok e. Kerem bixwînin, heke kêfa we jê re hat, govendê li ber bigirin, bilîlînin, heke kêfa we jê re nehat biçirînin.
Hebû tune bû, ji Xwedê mezintir tune bû, li welatekî ne diyar, gelên tê de bi piranî razayî, kêmek hişyar, sultanek hebû kes nizane gurcî yan jî tejîkê gurgî bû. Jixwe ne girîng esl û feslê wî, ew zilamê serqot û pêxas û tazî, rojekê ji Minareya Qot re bû hawar û gazî.
Ew zilam bê derpê û devling bû, zalimekî neyarê Minareya Sêling bû. Ev jî kete govenda siyasetê, jê re bû alîkar kurê metê.
Jixwe wî tim digot:
– Ay lê etê, ay lê etê, ew kursiya ku dilê min ketê, birin dane lawê metê.
Xwedê rojekê jê re li hev anî, ew bir li ser kursiya şaredariyê danî. Piştî heyamekê berê wî ket qiyamekê, firiya çû welatê George, got:
– Ey George versene bana iktidarı bi borç! Ez ê xulamê qesra te bim tim, li ku bang ji te re lazim be, ez ê dîk û keleşêrê banga te bim. Ez ji daw û doza te re bibim mela, ez ê li welatê neyarên te rakim xela.
Georgê navmil bi pirç, ji wî bawer kir, dilê wî kire qirçeqirç, ew li hespê desthilatiyê siwar kir. Piştî ku pozê wî germ bû li ser kursiya ji hêtûnê, rabû şikand baskê kevokê, şitlên dara zeytûnê, bû agir û pizotê li ser qelûnê.
Ji hinekan re got: One minute! Ji ser milet birî xwarin û qût. Pêşî got:
– Kurd birayê me ne, gelî kurdan, em tirk bi we hene!
Lê paşê bi rengekî din hizirî û bû gurê har û bi dengekî bilind zûrî:
– Ew ê li dijî dewleta min serî hilde, ji bo aştî û azadiyê çavan kil de, ez ê çavên wî birijînim, ez ê mêjiyê wî di çavên wî re derînim. Ez guh nadim jin û zarokan, ew ê serî netewîne, danekeve ser çong û kabûkan.
Her ku xurt bû û dîn û har bû! Qersa hezardergeh jê re cih û war bû. Mala xelkê xera kir, nehişt ji mêşhingivan re jî war û kewar, ji hemû azadîxwazan re bû dijmin û neyar.
Roj hat, welatiyan keysa xwe lê anî, nêviyên Rostemê Zal qurzê xwe lê hilanî, welatiyan qesr û qonaxa wî hilweşand bi gurzê Rostemê Zal, vîneke ji pola ava kir mal bi mal, îro hemû ketine govenda azadiyê. Wan jî dît ku;
Fîstanê Sultanê Zilmê ji ba ye
Taca sêrî ji muqewa ye.
Dikarin bihejînin wî textî da ku biqede zikreşî û bêbextî.
Dê qesra viran hilweşe, berê wî bikeve kavil û holikan
Va ye Bînalî jî çû ber golikan!