Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Binçavkirina jinan hat şermezarkirin

Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê serdegirtinên malan ên serê vê sibê li Amedê pêk hatin û binçavkirina endamên xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand. TJA’yê diyar kir ku bila her kes û di serî de jî hêzên dagirker ên AKP-MHP vê yekê baş bizanin ku ew ê weke jinên TJA’yî tu carî serî li ber wan natewînin û li ber hişmendiya wan a dagirker îtîat nekin.

TJA’yê di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Di rastiya Tirkiyeyê de, çi di serdema AKP-MHP’ ê de,  çi jî di serdemên beriya wan de polîtikayên wan ên dagirkeriyê yek in. Ev polîtîkayên dagirkeriyê, di dema AKP’ê de ji bo jin û mafê jinan deh qatan zêdetir bûn. Di nav van 18 salên serdema AKP’ê de, ji her serdemê zêdetir polîtîkayên pir cure ji bo binpêkirinêm mafê jinan hatine pêşxistin. Ev polîtîkayên AKP’ê yên qirêj bûye sedema bi hezaran girtin, darizandin, kuştin, tacîz û tecawizkirinên jinan.

Di vê çarçoveyê de îro serê vê sibê polîsan di ser mala berdevka me ya serdemê Ayşe Gokkan de girtin, berdevka me di serî de bi dehan çalakgerên me binçav kirin. Em vê helwesta hişmendiya dagirker şermezar dikin. Em dizanin ku hêzên dagirker ên AKP-MHP’ê dixwazin di kesayeta jinan de hêza civakî ya polîtîk biçewisîne û bişikîne.

Lê bila her kes û di serî de jî, hêzên dagirker a AKP-MHP vê yekê baş zanibin ku em jinên TJA’yî tu carî serî li ber wan natewînin û li ber hişmendiya wan a dagirker stûyê xwe xwar û îtîat nekin. Em jinên TJA’yî biryara xwe ya xurtkirin û bilindkirina têkoşînê diyar dikin û dibêjin, divê berdevka me ya serdemê Ayşe Gokkan û hemû çalakgerên me tavilê bên berdan.”

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dewleta tirk a di bi rêveberiya AKP û MHP’ê zextan li xebatkarên çapemeniya azad û rojnamegeran dike.

Platformê da zanîn ku ew ê pişta rojnamgerên di bin zextan de bigirin û platformê bal kişand ser vî tiştî ku edîtora Jinnewsê Ayşe Guney ya ku îro hatiye destgîrkirin divê were berdan.

Platformê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me mîrateya rojnamegerên jin ên heqîqetnûs wergirtine û em ê li her qadê li hemberî zextan stûyê xwe xwar nekin û gotina xwe bibêjin. Em ê tundiya mêran û dewletê teşhîr bikin û em ê dengê jinên li dijî tundiyê li ber xwe didin jî bidin bihîstin. Em diyar dikin ku em van zextên li ser rojnamegran qebûl nakin û em ê her dem bi wan re bin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar