PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Binçavkirina jinan hat şermezarkirin

Polîsan li Balikesirê bi ser malên Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Meclisa Jinan a Sosyalîst (SKM) Hatîce Denîz Aktaş û endamên Lijneya Navendî ya SKM de girtin û bi giştî 9 jin binçav kirin.  Dîsa polîsan bi ser mala Hevseroka HDP’ê ya Edremîtê Sevgî Ozden a li Altinolukê de girtin û li malê binçavkirin.

Kesên ku polîsan binçav kirin wiha ne: Hevseroka ESP’ê Ozlem Gumuştaş, Berdevka SKM’ê Hatîce Denîz Aktaş, endamên Lijneya Navendî ya SKM’ê Çîçek Otlu, Satiye Ok, Zuleyha Mangan, Ezgî Bahçecî, Tanya Kara, Ebru Yîgît û Hevseroka HDP’ê ya Edremîtê Sevgî Ozdem.

Têkildarî binçavkirina Meclisa Jinan a HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û binçavkirinan şermezar kir.

Meclisa jinan anî ziman ku tifaqa mêr a AKP-MHP’ê her roj tundî û êrîşa li dijî jinê zêde dike û wiha got: “Dozgerên AKP’ê her roj li pey binçavkirina jinan e. Her roj dibêjin ‘Ka îro em ê kîjan jinê binçav bikin. Îktîdar her roj wisa difikire ku bi binçavkirinê jinan bêdenng bike. Polîtîkayên tuniyê nikarin jinan bêzar bikin. Dijberî vê yekê biryara me ya têkoşînê bêtir xurt dike.”

ESP: Binçavkirin, êrîşa nasnameya jina azad e

Cîgira Hevserokên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran binçavkirinan şermezar kir û bertek nîşanî operasyona binçavkirina jinan da. Taşkiran anî ziman ku binçavkirin li dijî jinên li qadan li ber xwe didin pêk hatiye û wiha got: “Binçavkirin êrîşa li dijî nasnameya jina azad e. Em bang dikin ku her kes li dijî vê êrîşê li ber xwe bidin û ji bo pêşerojek azad û bi rûmet dakevin qadan. Em bang li her kesî dikin ku bertekên xwe li qadan bînin ziman. Jin bi hevre bi hêz in. Em dê li her qadê jiyanê xwe bi rêxistin bikin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar