Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Bingeha avabûna HSD’ê avakirina ‘Burkan El Furat’ bû’

Çeteyên dewleta tirk a dagirker DAIŞ’ê, di îlona 2014′an de êrîşeke berfireh birin ser kantona Kobanê. Li hemberî van êrîşên çeteyan, hevbendiyeke kurd û ereban bi navê Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat hat avakirin. Ev hevbendî yek jî ezmûnên serkeftî li herêmê ye û bû zemîna avakirina HSD'ê.

15′ê îlonê salvegera êrîşa mezin a çeteyên DAIŞ′ê ya li ser kantona Kobanê ye. Di 15′ê îlona 2014′an de DAIŞ′ê bi beşdarbûna bi hezaran çeteyên biyanî û wesayîtên leşkerî êrîşeke berfireh birin ser kantona Kobanê. Li hemberî van êrîşan berxwedaneke mezin hat raberkirin.

Di encama hevbendiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê ku piraniya şervanên wê ji pêkhateya ereb de, Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat (Volkana Firatê) di 10’ê îlona 2014’an de hat damezirandin. Armanc ji damezirandina Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat avakirina yekitiyekê û hevgirtinekê di nav pêkhateyên herêmê de û şikandina nakokiyên olî, mezhebî û neteweyî ye.  Lew ra ciwanên ji pêkhateyên cûda û deverên cuda yên Sûriyeyê tev li nava refên wê bûn.

Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat  li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ′ê berxwedaneke dîrokî di sedsala 21’emîn de nîşan da. Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat tecrûbeyeke leşkerî ya serkeftî bû û yek ji bingehên avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwêş ku di salên 2014 û 2015’an de berdevkê Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat bû, ji ajansa ANHA re axivî.

Derwîş tîne ziman ku ji 88 teşkîleyên leşkerî yên girêdayî koma ku navê Artêşa Azad li xwe dikir, 2 teşkîleyên leşkerî mabûn û tev li Odeya Çalakiyan a Burkan El Furat bûn û piraniya wan reviyan Tirkiye û hinek ji wan tev li DAIŞ′ê bûn.

Şervan Derwîş destnîşan dike ku ode yek ji 3 tecrûbeyên serkeftî yên wê demê bû û wiha pê de diçe: ′′Li kantona Efrînê koalîsyonek di navbera YPG, YPJ, Ceyş El Siwar û Cebhet El Ekrad de çêbû, li kantona Cizîrê jî YPG, YPJ, Kombûna Lîwayên Cizîrê, Hêzên Senadîd û Meclisa Leşkerî ya Suryanî koalîsyonek ava kir.′′

Li Kobanê koalîsyona kurd – ereb roleke mezin di têkbirina DAIŞ’ê û rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de list û di adara 2019′an de çeteyên DAIŞ′ê li Baxozê ya Dêrazorê têk bir ku baregeha dawîn di destê wê de mabû.

Derwîş got, koalîsyonên bi vî rengî tecrûbeyên serkeftî bûn û bûn hêmana sereke ya avakirina HSD’ê.

Li ser daxwaza komên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di 10’ê Cotmeha 2015’an de hat avakirin. HSD′ê ku meclisên leşkerî û yekîneyên parastinê yên li herêmê di bin sîwana xwe dike yek, pêngavên rizgarkirina Reqayê, pêngava tunekirina DAIŞ’ê li Baxozê, Berxwedana Serdemê li Efrînê, Berxwedana Rûmetê li Serêkaniyê Girê Spî, Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê û Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya Dêrazorê li dar xistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar