Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Bingeha krîzên piralî yên li Tirkiyeyê tecrîda Îmraliyê’

Demîr anî ziman ku bi tecrîda Îmraliyê re siberojeke tarî li gelan tê ferzkirin û got: “Paradîgmaya neteweya demokratîk a birêz Ocalan, îro ro dewletên xwe bi talan û şer xwedî dikin, ditrisîne. Lewma her diçe tecrîda li ser birêz Ocalan tê kûrkirin."  

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Zêdetirî 2 sal in bi tu awayî xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên redkirin. Herî dawî Mehmet Ocalan, di 25’ê adara 2021’ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re axivîbû. Ji wê çaxê heya niha tu xeber ji Îmraliyê nayê girtin. Ji ber vê fikarên raya giştî zêde bûne.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr pergala tecrîdê ya Îmraliyê nirxand.

Demîr anî ziman ku bi tecrîdê re tê xwestin ku pêwendiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi civakê re bê qutkirin û got: “Paradîgmaya neteweya demokratîk a birêz Ocalan, îro ro dewletên xwe bi talan û şer xwedî dikin, ditrisîne. Lewma her diçe tecrîda li ser birêz Ocalan tê kûrkirin.”

‘Divê dawî li tecrîdê bê’

Demîr anî ziman ku bingeha krîzên piralî yên li Tirkiyeyê tecrîda Îmraliyê ye û wiha pê de çû: “Meseleya kurd heye ku em dixwazin pê çareserkirin. Ev mesele, ji bo bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin pêdivî bi fikr, nêrîn û perspektîfa birêz Ocalan heye. Lewma demildest divê dawî li tecrîdê bê. Ger çareserkirina krîzan bê xwestin, nexwe divê cardin pêwendî bi birêz Ocalan re bê danîn û tecrîd bi dawî bibe.”

‘Xebernegirtina ji Ocalan îşkenceyeke li dijî mirovahiyê y’

Demîr bilêv kir ku tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye li hemû girtîgehan û civakê belav bûye û got: “Di normên navneteweyî de bêyî ku nasnameya girtiyan  esas bê girtin, hin mafên wan hene. Lê mixabin ev maf li Tirkiyeyê nayên pêkanîn. Li her qadê bêhiqûqîtiyeke mezin heye. Astengkirina hevdîtina bi malbatê re bi xwe jî divê li cihanê olan bide. Ji lew re em dizanin ku bê birêz Ocalan di kîjan şert û mercan de dimîne. Ji ber hindê xebernegirtina jê îşkenceyeke li dijî mirovahiyê ye.”

‘Feraseteke ku xwe dispêre şer heye’

Demîr bilêv kir ku siberojeke tarî li gelan tê ferzkirin û got: “Tirkiye kengî têkeve nava krîzan, wekî çareyê êrîşê dibe ser kurdan. Polîtîkayên şer dimeşîne û ji bo vê jî budçeyekê vediqetîne. Ger dilê desthilatê û çareseriyê hebûna, rê û rêbazên aştiyane yê vê yekê hene. Li hemberî me feraseteke ku xwe disipêre şer heye.”

Demîr îşaret bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir û got: “Divê bê zanîn ku azadiya Ocalan azadiya civakê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar