Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Bingeha sîlsîleya tevahî pirsgirêkan tecrîde’

Endama Meclîsa DBP'ê Nurten Uzumcu têkildarê 8’ê Adarê axivî û got: “Pêwîst e weke bingeha sîlsîleya hemû pirsgirêkan tecrîd were şikandin. Îqtidara bi tecrîdê re êrîşa li dijî jinên kurd zêde dike îro li qadên erdhejê jî heman polîtîkayê dide meşandinê.”

Ber bi 8’ê Adarê ve rojevên weke tecrîd, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li derveyî sînor dane destpêkirin, komploya li hember jinên pêşenga şoreşa jinan kirine yên wekî Nagîhan Akarsel, Evîn Goyî û wekî din zêde bû. Li gel van geşedanan jî di 6’ê sibatê de li navenda Mereşê du erdhej pêk hatin û 10 bajar bi bandor bûn. Di pêvajoya erdhejê de jî bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan û binpêkirinên mafan li pey hev hatin jiyîn. Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nurten Uzumcu têkildarî 8’ê Adarê nirxandinên xwe parve kir.

‘Erdhejê mirov nikare tenê wek karesatek xwezayê binirxîne’

Nurtenê bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha dest bi axaftinê kir: “Jin li hemberî komkujî, bişaftin, tundî û hişmendiya desthilatdar li ser jinan daye ferzkirinê têdikoşin. Em dibînin di sedala 21’emîn de tora berxwedana jinan li hemberî van desthilatdaran xwe aşkere kir. Ji Rojava heta Rojhilat, Îran, Iraq, Tirkiye ango li Rojhilata Navîn têkoşînek mezin geş bû. Armanca me ew bû ku di 8’ê Adarê de em vê têkoşînê bigihînin hev bû. Her wiha di encama erdheja di 6’ê sibatê de rû daye de bi hezaran welatî jiyana xwe ji dest dan. Em nikarin encama vê erdheja mezin tenê weke rewşek xwezayî binirxînin. Ev encamên polîtîkayên hikumetê ya bajarvaniya çewt e. Herêmên ewle yên jiyanê nehatin avakirin. Efûyên ji bo avakirinê (îmarê), li gel wê ewlehiyên pêwîst ên nehatine girtin, bûn sedem. Em tenê nikarin weke karesateke xwezayî qal bikin û derbas bikin. Ev encama polîtîkayên îqtidarê yên 21 sal in dihone ye.”

‘Sekna herî xurt jin nîşan didin’

Nurtenê bi lêv kir ku 8’ê Adarê ji bo jinan xwedî cihekî girîng e û wiha axivî: “Ev roj wekî roja têkoşîn û berxwedanê tê pîrozkirin. Ev ji bo jinên kurd bêhtir xwedî girîngiyekê ye. Ji ber jinên kurd di heman demê de ji bo nasnameya xwe ya nîjadî jî tune hatine hesibandin. Ziman û çanda gelê kurd tune hatiye hesibandin. Îro jî beramberî keda xwe ya 40 salan digirin. Jin bi vî ruhî girîngiyek mezintir didin 8’ê Adarê. Em vê rojê jî wekî hêza jinan û rêwîtiya bi salan dibînin. Bi rastî jî li dijî dagirkeran sekna herî xurt ji aliyê jinan ve hate nîşandan. Jin bûn tirsa herî mezin a serdestan. Ji ber ew jinan weke gefekê dibînin, loma ewqas hedef didin nîşandan. Ji ber wê ye ku îro ewqas li hemberî destkeftiyên jinan êrîşek heye. Bê guman bingeha van êrişan ji hişmendiya zayendperest digire. Divê jin bêhtir li hemberî vê têbikoşin. Tiştên jin li hember têdikoşe gelek in. Ji roja ji dayik dibe, rolên ku jê re hatine amadekirin hene. Jinên kurd ji ber vê yekê li hemberî gelek tiştan têkoşînek mezin didin û wateya li 8’ê Adarê bar kirine li gorî vê zede ye.”

‘Rastiya dewletê bi erdhejê re hîn şênber derket holê’

Nurtenê bi lêv kir ku ber bi 8’ê Adarê ve wan dubare helwesta desthilatdariyê ya li hemberî jinan dît û wiha pê de çû: “Mixabin di erdnîgariya em dijîn de destdirêjî, tecawiz û tundiya li hember jinan gihiştiye asta herî jor. Her tim li hemberî jinan polîtîkayên qirkirinê hatine meşandin lê tu carî bi vî rengî di astek xirab de nehatin meşandin. Çawa ku di şerê bi salan e berdewam dike de, bi wê ve girêdayî koçberiyên hatine jiyîn de jin û zarok bi bandor dibin di roja îro de ji ber erdhejê jî jin û zarok heman mexdûriyetê dijîn. Herî zêde ew bi bandor dibin û herî zêde jî mafên wan têne binpêkirin. Bi vê erdhejê re ev rastî derket holê.”

‘ji bo civakek kole jinan dikin armanc’

Nurtenê diyar kir ku ew di pêvjoyeke ku ew weke şerê cîhanê yê sêyemîn bi nav dikin de derbas dibin û wiha li ser axivî: “Îro di navenda vî şerî de jî kurd hene û jinên kurd jî pêşengtiya têkoşîna azadiyê dikin. Îro jin di nava kuçeyan de têne qetilkirin. Dixwazin jinan bi polîtîkayên çewisandinê bê vîn bihêlin û bê nasname bihêlin. Sîstem li ser esasê tunekirina destkeftiyên jinan wê dike hedef. Wê ji hemû qadên weke qadên civakî, jiyanî, sîyasî, aborî û wekî din dûr dixe û di nava çar dîwaran de heps dike. Qaliba tê xwestin li jinan were barkirin jî ev e. Jiyanek li ser esasê xizmeta ji bo mêr dixwaze bê barkirin. Civakeke ku tu mafên jinan tê de tune ye ango civakek bindest dixwazin ava bikin. Riya avakirina vê civakê jî bi binxistina têkoşîna jinan re pêkan dibînin. Bi van polîtîkayan ve girêdayî jî îro komeleyên me yên jinan têne girtin an jî bi heman rengî hedef têne nişandan. Dikarin klîdê li avahiya komeleyên me bixin an jî jinan binçav bikin. Lê tu carî nikarin klîdê li vîn û têkoşîna jinan bixin.”

‘Şêwe û armanca êrîşên dewlet û DAIŞ’ê li dijî jinan heman e’

Nurtenê bal kişand ser deklerasyona 8’ê Adarê ya TJA’ê û li ser nirxandin kir. Nurtenê wiha pê de çû: “Cardin me li gorî pêvajoyê bernameya xwe amade kir. Di dema erdhejê de binpêkirinên mafan ên hatine jiyîn weke sereke hate destgirtin. Li gel wê jî li dijî êrişên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên li ser başûrê Kurdistanê berdewam dikin torek têkoşînê tê honandin. Ango li ser bibîranîna jinên pêşeng ên weke Nagîhan Akarsel, Evîn Goyî yên bi komployekê hatine qetilkirin wê vê rojê bi serhildanekê were pêşwazîkirin. Ev êrîş bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî jinên kurd dabû destpêkirin re heman e. Şêwe û armanc heman e. Ji ber vê sedemê jî naveroka bernameya 8’ê Adarê jî gelek berfireh hate destgirtin.”

‘Divê têkbirina tecrîdê ji bo destpêk be’

Nurten da xuyakirin ku çawa ew dibêjin sedsala 21’emîn sedsala jinan e, wê ev jin bi vê hêza xwe jî tecrîdê têk bibin. Nurtenê diyar kir ku yek ji pirsgirêkên mezin ên dibin sedema van êrîş û qeyranan jî tecrid e û wiha li ser axivî: “Demek dirêj e jî weke partiyên siyasî, weke rêxistin û pêkhateyên jinan em li dijî tecrîdê di nava hewldanan de ne. Em ê di 8’ê Adarê de jî vê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîd, bê çareseriyê bi azadî û demokrasiyê re pîroz bikin. Bi tecrîda li Îmraliyê re cardin jin têne tecrîdkirin. Îro em dibînin di her qadê de bi taybetî li ser xebatkarên jin de diçin. Ji ber wê jî divê tecrîd ji me re destpêk be. Divê di serî de em tecrîdê têk bibin û wiha têkoşînê bidin domandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar